Jozêf Lehdo: Em amade ne bi hikumeta Şamê re diyalogan pêk bînin

Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Jozêf Lehdo got, rêveberî amade ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê  diyalogan bi hikumeta Şamê re li dar bixe.

Jozêf Lehdo: Em amade ne bi hikumeta Şamê re diyalogan pêk bînin
3 mijdar, 2021   00:38
REQA-RÛBA EL-ELÎ

Jozêf Lehdo têkildarî helwesta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji diyalogên bi hikumeta Şamê re ji ANHA`yê re axivî. Jozêf Lehdo careke din diyar kir ku Rêveberiya Xweser amade ye bi rêya diyalogan aloziya Sûriyê çareser bike.

Beriya Jozêf Lehdo, endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl diyar kiribû ku ew amade ne bi awayekî yekser bi hikumeta Şamê re dest bi diyalogê bikin.

Ev rêzedaxuyanî piştî daxuyaniya hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê  Cemil Bayik a dawiya Cotmeha derbasbûyî hatin dayîn. Cemil Bayik destnîşan kiribû ku lihevkirina di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser garantiya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Têkildarî mijarê Jozêf Lehdo got: "Êdî dema çareserkirina aloziya Sûriyê hatiye û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê pireya gihandina gelê Sûriyê ber bi ewlehiyê ve be."

Lehdo îşaret pê kir ku bêyî Rêveberiya Xweser ne mumkin e ku aloziya Sûriyê were çareserkirin û wiha dewam kir: "Em gelê Sûriyê ji berjewendiyên me ye ku em aloziya xwe çareser bikin, ji lew re ji destpêka ku Rêveberiya Xweser hatiye avakirin ve, li hemberî vê xwedî helwesteke girîng bû. Li aliyekî din jî bêyî Rêveberiya Xweser çareserkirina aloziya Sûriyê ne mumkin e."

Têkildarî hevdîtinên berê yên bi hikumeta Şamê re Lehdo ev şîrove kir: "Bê encam bûn, sedema vê yekê jî destwerdana hêzên navneteweyî bû, ji ber ku ji berjewendiyên wan e ku aloziya Sûriyê dewam bike."

Lehdo bi domdarî got: "Em ji diyalogan re amade ne, lê hikumeta Şamê ji vê yekê re ne amade ye."

Lehdo dubare helwesta Rêveberiya Xweser a têkildarî diyalogan bi bîr xist û wiha axivî: "Hîn jî em amade ne bi hikumeta Şamê û muxalifan re diyalogan li dar bixin, ji ber ku beriya niha me diyalogan pêk anîn lê bê encam bû. Li ser vê yekê em dibêjin danûstandin çareseriya sereke ye ji ber ku em sûrî ne û nûnertiya nasnameya Sûriyê dikin."

Cîgirê Serokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiltê Sûriyê Jozêf Lehdo di dawiyê de da zanîn ku ger di pêşerojê de diyalog werin lidarxistin jî, divê cidî û hemû aliyan bigire nav xwe, di heman demê divê bi navbeykariya civata navneteweyî û bi beşdariya NY`yê be.

(eh)

ANHA