​​​​​​​‛Divê Kurd û Ereb, Tirkiyê ya çekên kîmyewî bi kar tîne, muhasebe bikin’

Hiqûqnas û lêkolînerê misirî Mihemed Muxtar têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî li dijî Kurdan û bêdengiya civata navneteweyî got: "Divê civakên sivîl ên Kurd û Ereb yekgirtî bin û fişarê li Komkara Ereb bikin da ku dosyaya Tirkiyê di qadên navneteweyî de bixin tevgerê."

​​​​​​​‛Divê Kurd û Ereb, Tirkiyê ya çekên kîmyewî bi kar tîne, muhasebe bikin’
3 mijdar, 2021   02:45
NAVENDA NÛÇEYA-EKREM BEREKAT

Hiqûqnas û lêkolînerê misirî yê Rêxistina Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar diyar kir ku li gorî peymanên navneteweyî û peymanên Cinêv 4 bikaranîna çekên kîmyewî di şerên çekdarî de qedexe ye, ji ber ku bikaranîna wê sivîlan qetil dike û di pêşerojê de pirsgirêk û astendariyan çêdike.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî Efrînê yên 2018’an de, her wiha di êrişên li dijî herêmên Girê Spî û Serêkaniyê yên Cotmeha 2019’an de, di êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê de çekên kîmyewî bi kar anîn. Têkildarî wê Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk bi sedan caran çekên kîmyewî li dijî gerîla û sivîlan bi kar anîn û di encamê de bi dehan gerîla şehîd bûne. HPG'ê bang kir ku komîteyeke navneteweyî lêpirsînê were avakirin da ku sûcên dewleta Tirk eşkere bike.

Lê civata navneteweyî û rêxistinên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî heta niha bê deng mane. Li ser vê yekê Mihemed Muxtar wiha got: "Dewleta Tirk li gelek cihan çekên kîmyewî li dijî kurdan û gelên herêmê bi kar anîne. Lê rêxistinên têkildarî qedexekirina çekên kîmyewî di şer û nakokiyan de bi taybet Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bê deng man."

Muxtar bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di 2019’an de fosfora spî li dijî sivîlan bi kar anî, di encamê de geleke kes bi giranî birîndar bûn, mîna zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku bedenê wî hemû şewitî û wiha got: "Lê Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyewî li ser vê yekê bersiv da  û got fosfora spî êdî ne madeyeke kîmyewî ye. Bi wê re ev ne girêdayî vê mijarê ye ku lêpirsînê bike. Li gel wê jî gelek rêxistinan bangên têkildarî vê yekê jî red kirin."

Li gorî peymana Cinêvê ya 1980’î, bikaranîna fosfora spî li dijî sivîlan heta li dijî dijminên ku li cihên sivîlan bi cih dibin jî sûcekî şer e.

Mihemed Muxtar li ser navê Rêxistina Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan bang li rêxistinên navneteweyî, di serî NY’yê û Meclisa Mafên Mirovan kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bikin û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar bikin û ev tişt got: "Destpêkê, ev destwerdan êrişeke bêserûber li dijî serweriya dewleteke din e û gelek qanûnên navneteweyî vê yekê red dikin. Ya din jî bikaranîna çekên kîmyewî û qedexekirî li gorî qanûna navneteweyî ya mirovî û 4 peymanên Cinêvê sûc in."

Li gorî protokola 1 a madeya 35’an, qanûna mirovî bi giştî bikaranîna çi çekan ku birîndarî yan jî azaran çêdikin qedexe dike.

Komek ji peymanan heye ku bikaranîna çekên kîmyewî di şerên çekdarî yên navneteweyî de qedexe dikin, ji wan jî ragihandina Lahay a têkildarî gazên xeniqandinê, protokolên Cinêvê yên têkildarî gazan, peymana çekên kîmyewî û pergala bingehîn a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî.

‛PARLAMANTOYA EWROPA SERÎ JI FIŞARÊN DEWLETA TIRK RE DITEWÎNE’

Muxtar wiha anî ziman: " Qanûna navneteweyî ya mirovî û 4 peymanên Cinêvê kesên kiryaran û çekên kîmyewî li dijî sivîlan bi kar tîne sûcdar dihesibînin."

Girêdayî sedemên bêdengiya rêixstina navneteweyî ya girêdayî qedexeya çekên kîmyewî ku dewleta Tirk a dagirker bi kar têne, Muxtar wiha pê de çû: "Ya yekê, rêxistina qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî got; giliya rêxistinên têkildarî qedexeya bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk ve normal e. Dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar neaniye, anku fosfora spî ne çeka kîmyewî ye. Ev gilî vala, ne temam, lawaz û derew e."

Muxtar da zanîn ku sedema duyemîn ku parlamentoya ewropî bê deng e, ew e ku dewleta Tirk a dagirker zextê li rêxistinên têkildar û hin dewletên Ewropa dike ku êrişên wê yên li dijî Sûriyê û Iraq nas neke û ev tişt got: "Gelek parlamenterên ewropî, bi taybet parlamenterên Partiya Çep a Siwêdê ya di parlamentoya ewropî de gelek rapirsîn li ser sedemên bêdengiya parlamentoya ewropî li hember êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakûrê Iraqê yên ji Nîsana borî û heta niha ve pêk tên, kirin. Lê parlamentoyê bahaneyên derew û dûrî rastiyê pêşkêş kirin. Ew bêdengî ji ber fişarên dewleta Tirk e ku dosyaya penaberan li hemberî wê dixe tevgerê û koçber sewqî sînor kir û ber bi Yewnanistanê ve şandin. Tişta dixwazin di vir de bibêjim parlamentoya ewropî serî ji fişarên dewleta Tirk re dadixe. Sedema din a ku rêxistinên navneteweyî û rêxistina qedexeya çekên kîmyewî dike hincet, dibêjin tu hejmarên mezin ên sivîlên mirî çênebûne. Lê tevî zirarên ku dê çekên kîmyewî di demeke dûr de li ser sivîlan çêbikin, rêxistinên navneteweyî heta niha tev negerîne, ev yek jî cihê fikaran e."

Mihemed Muxtar eşkere kir ku divê qurbanî û kesên ku ji ber çekên kîmyewî zirar dîtine bi awayekî lezgîn giliyên xwe li Meclisa Mafên Mirovan a Cinêvê û rêxistinên navneteweyî bikin û wan giliyan li dijî dewleta Tirk a dagirker bixin tevgerê.

Muxtar wiha axivî: "Em Rêxistina Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan amade ne bersiva giliyên qurbaniyên çekên kîmyewî ku dewleta Tirk çi li Sûriyê çi li Iraqê bi kar anîne, bidin."

Muxtar da zanîn ku gava yekemîn ku divê niha bê avêtin, sûc û kiryarên dewleta Tirk a dagirker werin rawestandin û were muhasebekirin û wiha pê de çû: "Piştre jî divê hemleyên mezin werin lidarxistin da ku zextê li rêxistinên navneteweyî, parlamentoya ewropî û rêxistina mafên mirovan werin kirin ji bo ji bêdengiya xwe derkevin. Rola mezin di vê yekê de dikeve ser rêxistinên hiqûqî û mirovî yên li herêmê. Divê hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê bi lez tev bigerin ku êrişên dewleta Tirk di civînên navneteweyî de şermezar bikin."

Muxtar destnîşan kir ku ji Komkar Ereb jî tê xwestin ku daxuyaniyên bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê û Iraqê zêde bikin û ev yek got: "Komkar Ereban berê destwerdana dewleta Tirk li karûbarên Iraq û Sûriyê şermezar kiribû, lê ev yek têrê nake."

Hiqûqnas û lêkolînerê misirî yê Rêxistina Maat a Aştî, Geşkirin û Mafên Mirovan Mihemed Muxtar wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê Komkara Ereban gavên lez û bi hêz biavêje û lûtkeyeke erebî ji bo nîqaşkirina destwerdanên dewleta Tirk ên li dijî karûbarên ereban li dar bixe, tedbîrên guncaw ji bo pêşîlêgirtina destwerdanên yekser û neyekser ên dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê û hin herêmên ereban bigire. Ji wê zêdetir jî divê giliyên li dijî dewleta Tirk bikevin tevgerê. Divê civakên sivîl ên Kurd û Ereb yekgirtî bin û fişarê li komkara Ereb bikin ku dosyaya dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê bixin tevgerê."

(fr)

ANHA