Çekdarên nenas li Dêrazorê du kes qetil kirin

Li gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişeke çekdarî hate kirin, di encamê de du kes hatin qetilkirin.

Çekdarên nenas li Dêrazorê du kes qetil kirin
2 mijdar, 2021   19:06
DÊRAZOR

Li bajarokê Hiweyîc Bomese yê gundewarê rojavayê Dêrazorê çekdarên nenas ku li motorsîklêtekê siwar bûbûn gule li du kesan reşandin û ew qetil kirin.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji herêmê dane, kesên hatine qetilkirin, Faxir El-Coşanî ye ji bajarokê Eyaş ê di bin serweriya hikumeta Şamê de ye û yê din ji bajarê Qamişlo ye, lê nasnameya wî nehate diyarkirin.

(eh)

ANHA