​​​​​​​Li Hesekê bombeyeke deng hat teqandin

Li kolana Kenîsa Asûriyan a bajarê Hesekê kesên nenas bombeyeke deng teqand.

​​​​​​​Li Hesekê bombeyeke deng hat teqandin
2 mijdar, 2021   18:52
HESEKÊ

Nûçegihanên me ji Hesekê ragihandin ku kesên nenas li kolana Kenîsa Asûriyan a taxa Til Hecer bombeyeke deng avêt.

Bombe li ber mala welatiyê bi navê Mezher El-Îsa hat teqandin. Ziyanên madî û canî çênebûn.

ANHA