Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin

Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Baxçeyê Xwendinê li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê vekir.

Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
Li Hesekê Baxçeyê Xwendinê hate vekirin
2 mijdar, 2021   17:07
 HESEKÊ

Hevserokê TEV-DEM`ê Xerîb Hiso, bi dehan endamên saziyan û endamên sivîl ên bajêr, yekitiya rewşenbîran, siyasetmedar, kesayetên civakê û rewşenbîr tev li çalakiya vekirina Baxçeyê Xwendinê bûn.

Merasîmê vekirina baxçe bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Mihemed Beşîr axivî û îşaret bi wateya xwendinê kir û wiha dewam kir: "Xwendin pîvana pêşketina civak û gelan e, ji ber ku civakên naxwînin nikare pêşbikeve û rihê afrîneriyê li cem naxuliqe. Gelek nivîskar û rewşenbîr navên xwe di rûpelên dîrokê de xêz kirin ji ber ku xwendin û xwe pêş xistin, di encamê de civakên xwe jî pêş xistin."

Mihemed Beşîr diyar kir ku li Rojhilata Navîn ew zehmetiya lawaziya asta xwendinê dikişînin, nexasim di nav nifşên nû de û got, sedema vê yekê jî li torên medya civakî ne ku bi awayekî neyinî bi kar tînin û ev jî hejmara xwîneran kêm dike.

Beşîr da zanîn ku armanc ji vekirina baxçeyê xwendinê ew e ku bibe cihê hemû rewşenbîran, da fikirê xwe lê belav bikin û teşwîqî xwendinê bibin, di heman demê de çalakiyên çandî, şevbuhêrkên helbestan û panel lê li dar bikevin.

Li aliyekî din hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso axivî û spasiya her kesên tev li vekirina baxçeyê xwendinê bûye, kir û wiha dewam kir: "Hêvî dikim ku ev baxçe çalakiyên fikirî û çandî yê di nav civakê de zêdetir bike, da nifşekî zana û bîrbir tê bigihê."

Hiso hêvî kir ku gelek baxçe werin vekirin û bi rêxistin bibin da ku li tevahiya bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta xwendinê pêş bikeve û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ji ber ku armanca me avakirina civakeke demokrat û ekolojî azad e."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî, endamên Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê Sûad Xelo û Kewser Mardînî û nûnerê Nivîsgeha Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê Ezher Dawûd deriyê baxçe vekirin. Baxçeyê Xwendinê yê Hesekê ji gelek beşan pêk tê, ji wan odeya semîneran, pirtûkxane û odeya xwendinê.

(eh)

ANHA