​​​​​​​Çalakiya li deriyê Sêmalkayê di roja 29'an de didome

Çalakiya li deriyê Sêmalka ya ji bo şeremzarkirina kiryarên PDK'ê û wergirtina cenazeyên şehîdan di roja 29'an de berdewam dike.

​​​​​​​Çalakiya li deriyê Sêmalkayê di roja 29'an de didome
2 mijdar, 2021   15:40
QAMIŞLO

Li deriyê Sêmalka çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ya bi armanca şermezarkirina siyasetên PDK'ê û bi dixwaza wergirtina cenazeyên gerîlayên ku li herêma Xelîfanê di kemîna hêzên PDK'ê de de şehîd bûne, 29 roj li pey xwe hiştin. Rojane şande ji deverên cuha yên herêma Cizîrê serdana çalakiyê dikin û bang li PDK'ê dikin ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bikin. Heya niha PDK'ê ev bang nebersivandiye.

Şêniyên Tirbespiyê û dayikên şehîdan îro serdana çalakiyê kirin û li pêşiya çalakiya konvedanê li ser giyanên şehîdan deqeyeke rêz girtin. Şêniyan piştgiriya xwe bi çalakiya malbatên şehdîan re nîşan dan.

Sibê dê mamosteyên herêma Cizîrê serdana çalakiyê bikin.

(eh)

ANHA