Koalîsyona Erebî: Li Cobe û Kesare 115 Husî hatin kuştin

Koalîsyona Erebî ragihand wan 26 operasyon li Cobe û Kesare pêk anîne û wesayît û leşkerên Husiyan hedef girtin. Di operasyonên 24 saetên derbasbûyî de 115 Husî hatin kuştin.

Koalîsyona Erebî: Li Cobe û Kesare 115 Husî hatin kuştin
2 mijdar, 2021   15:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Al-Ain a nûçeyan ragihand ku Koalîsyona Erebî di 24 saetan de 26 operasyon li herêma Cobe û Kesare yê girêdayî parêzgeha Mareb a Yemenpêk anîne, di encamê de 14 wesayît hatin rûxandin û 115 Husî jî hatn kuştin.

Roja duşemê jî Koalîsyona Erebî ragihandibû ku wan du baregehên moşekên balastîkî yê ku komên Husî li parêzgerên Sade û Umran bi kar dianîn, ruxandine.

Roja yekşema derbasbûyî jî Koalîsyona Erebî li eniyên Cobe û Kesare 24 wesayîtên leşkerî yên Husiyan ruxandin û 218 Husî jî kuştine.

(eh)