​​​​​​​Dagirkeran li Efrînê 9 sivîlên din revandin- HATE NÛKIRIN

Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Mamila yê girêdayî navçeya Racoyê 9 sivîl revandin.

​​​​​​​Dagirkeran li Efrînê 9 sivîlên din revandin- HATE NÛKIRIN
2 mijdar, 2021   15:03
ŞEHBA

Çavkaniyan ji Efrîna dagirkirî ragihandin ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Mamila yê girêdayî navçeya Racoyê  ya kantona Efrînê 9 sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev in; Ehmed Xelîl Faris, Qadir Sebrî Faris, Ehmed Mihemed Îbrahîm, Xelîl Osman, Selah Osman, Necîb Kurdî, Mihemed Hisên Beko, Subhî Omer û Şukrî Omer.

Çavkaniyan diyar kir ku aqûbeta revandiyan nayê zanîn û çeteyan ji bo serbestberanan her yekî 2 hezar lîreyên tirkî ji malbatên wan xwestine.

Di Cotmeha borî de, îstixbarata Tirk ji hemangundî derdora 20 kes revandin. Li gorî çavkaniyan derdora 100 kesên ji gundê di lîstiya navên revandiyan a dagirkeran de hene.

ANHA