​​​​​​​Jeffrey: Biden destûr neda Erdogan ku êrişî bakurê Sûriyê bike

Nûnerê taybet ê DYA'yê yê berê ji bo Sûriyê James Jeffrey diyar kir ku serokê Amerîkayê Joe Biden têkildarî êrişên nû yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, destûr neda Erdogan ku êriş bike û got Washington dev ji tevkariya bi QSD’ê re bernade.

​​​​​​​Jeffrey: Biden destûr neda Erdogan ku êrişî bakurê Sûriyê bike
1 mijdar, 2021   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

James Jeffrey ji kanala Alhurra daxuyand ku serok Joe Biden destûr neda Tirkiyê ku operasyoneke leşkerî li bakurê Sûriyê pêk bîne.

Jeffrey da zanîn ku di pratîkê de, hevkariya di navbera hêzên Amerîka û QSD`ê de berdewam dike.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide DYA`yê û Rûsya li ser êrişên nû yê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê îqna bike, lê diyar e ku hewldanên wî bi bin ket.

Erdogan beriya niha piştî civîna G 20`an bi serokê amerîkî Joe Biden re civiyabû û tevahiya raporan diyar kiribû ku bi serokê amerîkayê re li hev nekiriye. 

(eh)