Piştevanên berxwedana Kobanê di girtîgehên hevalbendên DAIŞ'ê de ne

Dewleta Tirk "Doza Kobanê" di darizandina endamên HPD'ê de yên ku destek da têkbirina DAIŞ'ê li Kobanê bi kar tîne. Necdet Îpekyuz got: " Tirkiyê vê doze mîna şûrekî ji bo tunekirina aştiyê li welat bi kar tîne."

Piştevanên berxwedana Kobanê di girtîgehên hevalbendên DAIŞ'ê de ne
2 mijdar, 2021   04:19
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA SEYDÎ

Ji Nîsana borî ve rûniştinên darizandina "Doza Kobanê "li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê berdewam dikin.  Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endam û rêveberên MYK’a û HDP’ê jî di nav de 20 jê girtî, 108 siyasetmedar û hiqûqnas ji dozê tên darizandin. 

Dema ku çeteyên DAIŞ'ê di Îlona 2014'an de êrişî Kobanê kir, HPD'ê roleke sereke di tevgerkirina gel li hemberî DAIŞ'ê de lîst, sînorê bakur ê bajarê Kobanê li pêşiya çeteyan girt da ku derbas nebin, her wiha zext li desthilta Tirk kir ku korîdorekê ji bo derbaskirina birîndaran veke. Li ser vê dewleta Tirk bi tawanên piştgiriya berxwedana Kobanê endamên HPD'ê ku aliyekî sereke di têkbirina DAIŞ'ê de lîstin, girtin û wan dadgeh dike.

'HDP'Ê ROLEKE SEREKE DI TEVGERKIRINA GIRSEYA GEL DE LÎST'

Parlemeterê HDP’ê ya Êlihê Necdet Îpekyuz behsa serdema girtina endamên partiyê kir û got: "DAIŞ'ê bi êrişên hovane herêmên fireh li Sûriyê û Iraqê dagir kirine, bi van êrişên xwest ku rewşa elwe ya li Kobanê xirab bike."

Necdet Îpekyuz bi rêya telefonê ji ANHA'yê re axivî got: "Şerekî giran li Kobanê rû da, wê demê Erdogan li bajarê Dîlokê di çalakiyekê de got, hindik maye ku Kobanê bi destê DAIŞ'ê keve. Diyar e ku bê sebir li benda ketina Kobanê bûn. Wê demê HPD'ê gel li ser sînorê nêzî Kobanê kom dikir, ji bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê şande diherikîn sînor û desteka madî û manewî didan şervanên parêzvanên bajêr, her wiha li dehan bajar û bajarokan li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên têkildarî şerê Kobanê çalakiyên grevê li dar ketin."

'TIRKIYÊ ÇEK JI DAIŞ'Ê RE DIŞAND'

Îpekyuz destnîşan kir ku wê demê dewleta Tirk dikarî destekê bida berxwedêran ji ber ku ya herî nêzê Kobanê ye û wiha domand: "Lê tiştekî wisa çênebû, lê bi navê şandina alîkariyan ji çeteyên DAIŞ’ê re çek ji wan re dişand. Gelek rojnamevanan ev yek eşkere kirine, niha di girtîgehan de ne. Li gorî qanûnên navneteweyî ev sûc e, divê hesab ji berpirsên van sûcan re were xistin, lê nehatiye xwestin."

Îpekyuz da zanîn ku dewleta Tirk sînorê xwe li pêşiya alîkariyan girt  û nehişt kesên alîkariya Kobanê dikin, alîkariyan bikin an jî bişînin, di heman demê de nehişt ku birîndarên şer werin dermankirin. Îpekyuz anî ziman ku îdia dike ku korîdoreke ji pêşmergeyan re vekir da ku derbasî Kobanê bibin, ev jî ji ber zexta navneteweyî û gel pêk hat ku Tirkiyê neçar kir ku korîdorê veke, ev ne qenciya Tirkiyê bû.

Ji ber siyasetên dewleta Tirk ên li hemberî berxwedana Kobanê li 35 bajar û 96 navçeyên Bakurê Kurdistanê xwepêşandan hatin lidarxistin, di encama mudaxleya leşkerên Tirk  de 37 sivîl şehîd bûn û 761 jî birîndar bûn. Her wiha hêzên ewlehiya Tirk 197 navendên HPD'ê, 250 dibistan, hezar û 800 mal li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê şewitandin.

Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 2014'an de ji girtîgeha girava Îmraliyê de banga rawestandina girev û çalakiyên ku di encamê de bi dehan kes şehîd bûne kir.

'DEWLETA TIRK XWEST KU PÊVAJOYA AŞTIYÊ SABOTE BIKE'

Parlamenterê HDP'ê Necdet Îpekyuz destnîşan kir ku dewleta Tirk "Doza Kobanê" wekî şûrekî li dijî HPD'ê bi kar tîne û hemwextî paşdeçûnên DAIŞ'ê li Kobanê xwest ku pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê sabote bike."

Îpekuz got: "Ruxmî qetilkirin û girtinên li dijî endamên HPD'ê, endamên wê bi xwepêşandanan tawanbar kir, tenê navên wan girtine, lê tu belge û delîl ku tawanên piştrast bikin, tune ne."

'DADEGEHKIRINA DOZA KOBANÊ NE ADIL E'

Têkildarî dadgehkirina ku desthilata Tirk navê dosya "Doza Kobanê" lê dike, Îpekyuz wiha got: "Ji gelek dewletan mîna Siwêd, Îtalya, Fransa û herêma Katalonya gelek şandeyên partî û sazî hatin û ev dadgeha fezleke û şanoya ku dewleta Tirk dike dîtin. Ji ber vê yekê Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan bang li dewleta Tirk kir ku Selahattîn Demîrtaş û hevalên wî serbest berde û got dosyaya bi navê 'Doza Kobanê' ne adil e, lê ev bang nehat bersivandin. Wezîrê Derve yê Tirkyê Dawudoglu carekê daxuyand ku navên DAIŞ'iyan di dest wî de hene, lê tiştek nekir û ew ne girtin, gelo ma ev tiştekî aqilane ye, gelo Dawudoglu ji DAIŞ'ê dixwest ku van kiryaran bikin ku werin girtin, lê endamên partiyê bi tawanên nerast tên girtin."

Necdet Îpekyuz di dawiya axaftina xwe de bang li Yekitiya Ewropayê kr ku gavên aktîvtir di vî warî de bavêjin da ku girtî werin berdan û got: "Endamên partiya me li hemberî DAIŞ'ê sekinîn û li kêleka berxwedana Kobanê sekinîn. Divê tevahî cîhan bizanibe ka dewleta Tirk çi karî dike."

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 22'yê Kanûna 2020'î de banga serbestberdana Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag kir.

Di rûniştina dadgehê ya 36'ê Nîsana borî de, parêzer ji hola dadgehê derketin, ji ber ku rê nehat dayîn ku muwekilê wan derbasî holê bibin.

Dewleta Tirk dadgeh veguherandine mîna dikên şanoyan û çeteyan derbas dike ku diruşmeyên ne layîq li dijî endamên HDP'ê yên ku têne darizandin, bavêjin.

ANHA