Rûspiyê eşîra Cibûr: Eşîr wê li hember êrişên dewleta Tirk ‎bisekinin ‎

Rûspiyê eşîra Cibûr El-Milhim li Sûriyê da zanîn ku li hemberî êrişên muhtemel ên Tirkiyê, eşîrên Kurd ‎û Ereb ên Bakur û Rojhilatê Sûriye dê parastina herêmê bikin.

Rûspiyê eşîra Cibûr: Eşîr wê li hember êrişên dewleta Tirk ‎bisekinin ‎
2 mijdar, 2021   00:43
HESEKÊ- BASIL REŞÎD ‎

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriye eşkere kir ku gefxwarinên dawî yên dewleta Tirk di ‎çarçoveya hewldanên wê yên dagirkirina herêmên din ji Sûriye de, pêk tên.‎

Têkildarî van gefan rûspiyê eşîra Cibûr El-Milhim li Sûriye Salih El-Zobai ji ANHA'yê re axvî.

Salih El-Zabai diyar kir ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi ‎rêya êriş û gefên li dijî Bakur û Rojhilate ‎Sûriye, hewl dide aloziyên hundirê Tirkiyê derxîne derve û got: "Ji aliyê muxalifên li Tirkiyê ve zextê li siyaseta Erdogan û partiya wî tên kirin,  ji ber ku partiya wê AKP’ê aloziyan diafirîne û ‎hewl dide destwerdana li karûbarên hundirîn ên gelek dewletan ‎bike."‎

El-Zobai wiha li gotina xwe zêde kir: "Em li Sûriyê bangawazên aştiyê ne bangawazên şer in. Lê ‎Erdogan hewl dide terora xwe derbasî herêmê bike û ‎herêmên ewle dagir bike, gel talan bike û demografiya wê biguhêre.‎"

El-Zobai diyar kir ku gefên Tirkiyê ne tiştekî nû ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî dagirkirina 7 bajarên Sûriyê niyet dike ku herêmên din dagir bike.

El-Zobai gef û êrişên dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilate Sûriye ‎şermazar kir, her wiha DYA û Rûsya rexne ‎kir, ku rola xwe li hember wan êriş û sûcên li dijî ‎sûriyan de pêk neanîn û wiha pê de çû: "‎Amerîka û Rûsya derbarê sûcên Erdogan de bê deng in, ev yek jî ‎nîşan dide ku alîgirên sûcên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê ne."

Salih El-Zobai da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye hevgirtî ne û di tevahî azaran de pişta xwe didin xwe û di parastina xaka xwe de pişta xwe nadin hêzên derve yên herêmî yan jî navneteweyî. ‎

Derbarê helwesta şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji gef û ‎êrişên domdar de El-Zobai wiha got:" Em her tim ji bo diyalogan bi hemûyan re amade ne da ku şer bi dawî bibe. Em ji bo rizgarkirina xaka xwe jî tê dikoşin û li hember çi êrişên li dijî xak û gelê me jî tê bikoşin." ‎

El-Zobai ev tişt anî ziman: "Eger dewleta Tirk li ser şer îsrar bike, em eşîr û pêkhateyên herêmê ji jin, mêr, mezin û biçûk dê li ‎hember van êrişan bisekinin û parastina axa xwe bikin."‎

Rûsiyê eşîra Cibûr Salih El-Zobai wiha dawî li axaftina xwe anî: "Armanca Erdogan projeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Em bang li tevahî pêkhate û eşîrên Ereb û Kurd ên li herêmê dikin ku li hember çi êrişên dewleta Tirk a dagirker parastina xaka xwe bikin."

‏(dm)

ANHA