Biden metirsiyên xwe ji ber kirîna moşekên S-400 ji Erdogan re rave kirin

Serokê DYA’yê Joe Biden ji serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re metirsiyên xwe yên ji ber kirîna moşekên S-400 ên Rûsyayê re rave kirin.

Biden metirsiyên xwe ji ber kirîna moşekên S-400 ji Erdogan re rave kirin
31 cotmeh, 2021   12:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya Koşka Spî serokê DYA’yê Joe Biden di hevdîtina xwe ya îro ya li gel Erdogan de ku di Lûtkeya G20’an de pêk hat, girîngiya saziyên demokratîk û rêzgirtina ji mafên mirovan û qanûnan re destnîşan kir.

Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Biden û Erdogan xebatên siyasî yên li Sûriyê, mijara gihandina alîkariyan ji Efganan re, hilbijartinên Lîbyayê, rewşa li rojhilatê Deryaya Spî û xebatên dîplomatîk ên li başûrê Qafkasyayê nîqaş kirine.

Li gorî daxuyaniyê Biden ji Erdogan re daxwaza xwe ya avakirina têkiliyan û berfirehkirina têkiliyên hevkariyê û derbaskirina nakokiyên di navbera her du welatan de piştrast kiriye.

Berpirsekî amerîkî jî piştrast kir ku Biden dê di civîna yekşemê de Erdogan hişyar bike ku tevgerên xemsar neke û nakokiyên di navbera her du welatan de derbas bike.

(şx)