PYD'ê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir

Çalakiya konvedanê ya li dergeha Sêmalkayê di roja 27'an de didome. Endamên PYD'ê îro tev li çalakiyê bûn û banga radestkirina cenazeyên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî kir.

PYD'ê serdana çalakiya li Sêmalkayê kir
31 cotmeh, 2021   12:24
QAMIŞLO

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina bêdengiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li hemberî radestkirina cenazeyên şehîdan tev li çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê bûn.

Her wiha gelek pêkhateyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endamên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, Nivîsgeha Kar û Barên Olî û rêxistinên hiqûqî tev li çalakiyê bûn û banga radestkirina cenazeyên şehîdan kir û tevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

Tê payîn ku sibê jî komîteyên aborî yên kantona Qamişloyê tev li çalakiyê bibin.

(dm)