Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê merasîma bîranîna 265 şehîdan ku di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, li dar xist. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo di merasîmê de piştrast kir ku hêzên wan dê li hember êrişên li ser herêmên wan bê deng nemînin.      

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê şehîdên Îlon û Cotmehê bi bîr anîn
31 cotmeh, 2021   13:08
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê îro merasîma bîranîna 265 şehîdên ku di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûne, bi rêxistin kir.

Bi sedan şêniyên Hesekê, malbatên şehîdan, endamên navend û saziyên sivîl ên bajêr û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di merasîmê de amade bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ehmed Esed di merasîmê de bal kişand ser berxwedan û fedakariya şehîdên ku di parastina axa xwe de şehîd bûne. Esed got şehîdên ku li çiyayên Kurdistanê û Rojava şehîd bûne, ji bo ku hemû pêkhateyên herêmê bi rûmet û azad bijîn, canê xwe veda kir. 

/ar/uploads/files/2021/10/31/111308_ahmd-asad-28large29.webp

Esed wiha lê zêde kir: "Van şehîdan ji bo projeya biratiya gelan xwe kirin qurbanî, ax û rûmeta me parastin. Bêyî van şehîdan me îro nedikarî li ser axa xwe bimînin û projeya xwe ya demokratîk ava bikin."

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Hisên Selmo jî diyar kir ku şehîdan çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk têk bir û got: "Hebûna me şehîd û rêberên me ne. Em hêza xwe ji malbatên şehîdên xwe digirin."

/ar/uploads/files/2021/10/31/111246_hsyn-slmw-28large29_1.webp

Selmo da xuyakirin ku dagirkeriya Tirk bi desteka xayinan êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Selmo di dawiya axaftina xwe de tekezî li ser girîngiya rizgarkirina herêmên dagirkirî û vegerandina koçberan li malên wan, kir.

Di dawiya merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed wesîqeyên 265 şehîdan xwendin û sînevîzyoneke têkildarî şehîdan hate pêşkêşkirin. 

/ar/uploads/files/2021/10/31/111231_rwjd-ahmd-28large29_2.webp

(dx)

ANHA