Meclisa Fafînê: Em ê li hember hemû gefên li ser xaka me li ber xwe bidin

Meclisa Navçeya Fafînê gefên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên li ser herêmên wan şermezar kirin û piştrast kir ku dê li hember gefên li ser xaka wan li ber xwe bidin.

Meclisa Fafînê: Em ê li hember hemû gefên li ser xaka me li ber xwe bidin
31 cotmeh, 2021   12:17
ŞEHBA

Bi dehan endamên Meclisa Navçeya Fafînê û komînên wê li pêşiya meclisê kom bûn û daxuyaniyek da raya giştî.

Endamê meclisê Umer El-Ehmed daxuyanî xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serokkomarê Tirk Erdogan hewl dide xeyalên Osmanî li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî vejîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze nasname û çanda gelan qir bike ku li ser bingeha biratiya gelan ava bûye. Her wiha hewl dide projeya neteweya demokratîk ku Rêveberiya Xweser li herêmê pêk aniye, bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî têk bibe û van sûcan li gel bêdengiya navneteweyî û rêxistinên hiqûqî pêk tîne.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî gefên li dijî herêmê û tevahî sûcên hikumeta AKP`ê şermezar kirin ku bi hevkariya navneteweyî pêk tîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin: “Em bi dengekî bilind dibêjin em dê li hember her kesî ku hewl dide xaka me dagir bike, bisekinin û xaka xwe biparêzin. Her wiha em ê piştgiriya hêzên xwe di oxira pêkanîna serkeftin û rizgariya tevahî herêmên dagirkirî de bikin."

Di dawiyê de beşdaran dirûşmên piştgiriya Berxwedana Serdemê û berxwedana şêniyên Şehbayê berz kirin.

(dm)