Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan

Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna şewba Koronayê di nava saziyan de, îro endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser beşa duyemîn a derziyên vîrusa Koronayê li xwe dan.

Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan
Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan
Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan
Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan
Endamên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser derziyên Koronayê li xwe dan
31 cotmeh, 2021   11:58
REQA

Endamên desteyên Rêveberiya Xweser beşa yekemîn a derziyên Koronayê (Covid-19) di meha Îlona de li xwe dabû. Cîgirê Hevserokatiya Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser Dr. Mehmûd El-Ebdullah piştrast kir ku hemleya derziyan piştî girtina tedbîrên û çêkirina testên giştî, pêk hat.

Dr. Mehmûd El-Ebdullah destnîşan kir ku Desteya Tenduristiyê ji bo ku pêşî li belavbûna vîrusê bigire, li hemû saziyên Rêveberiya Xweser bi vê hemleyê rabû.

Her wiha Dr. Mehmûd El-Ebdullah got: “Ev hemle ne tenê ji bo hin sektorên taybet in, lê em sektorên ku cewhera karê wan nahêlin ew serdana navendên derziyan bikin, dikin armanc. Ji ber vê yekê kadroyeke tenduristiyê ya pispor, bi vî karî radibe.”

(dx)