Şêniyên 35 gundan bi awayekî komînal navenda meclisa xwe ava kir

Şêniyên bajarokê Taşlok û gundewarê wê bi xebateke hevpar navendek ji meclisa bajarok ava kir.

Şêniyên 35 gundan bi awayekî komînal navenda meclisa xwe ava kir
30 cotmeh, 2021   16:04
KOBANÊ-SELWA EBDUREHMAN

Meclisa Bajarokê Taşlok a navçeya Şêran a bajarê Kobanê Adara 2018`an hate avakirin û 38 kesan cihê xwe tê de digirin. Destpêkê xebatên meclisê di mala şêniyekî de bidihat meşandin, piştre navendek taybet ava kirin.

Meclis ji gelek komîteyan pêk tê; tenduristî, kar û barên civakî, jin, çand û huner, çandinî, lihevanîn û komîteyên xizmetguzariyê û xizmeta 35 gundan dike.

Ji ber ku cihê meclisê teng bû û karê komîteyan bi zehmetî dihate kirin, şêniyên bajarok pêşniyar kirin ku navendeke taybet bi meclisê were vekirin.

Têkildarî mijarê endama Rêveberiya Meclisa Bajarokê Taşlok Nadya Hiso axivî û got: "Ji beriya çend salan ve em kar û xebat dimeşînin û bi alîkariya şêniyên gundewarê bajarok û ewladên wan ên li derveyî welêt, li gorî derfetên xwe me avahiyeke taybet ji bo meclisa bajarok ava kir."

Nadya Hiso destnîşan kir ku ji bo avakirina meclisê şêniyan erdek bi rûbera 440 metre çargoşe da û her fedek li gorî derfetên xwe tev li avakirina navendê bû.

Nadya Hiso got, avahî li naverasta Taşlok e û ji 6 odeyan pêk tê,  4 bo komîteya şaredariyê ye.

Nadya Hiso da zanîn ku ew ê çend rojên bê navendê bi awayekî fermî vekin û got sedema derengmayîna vekirina navendê, belavbûna vîrusa Koronayê bû.

Ebd Mihemed ê ji şêniyên bajarok û yek ji kesên ku destek daye projeya avakirina avahiya meclisê got: "Me piştgiriya vê gavê kir, ji ber ku guncaw e û xizmeta şêniyan dike, her wiha ji ber ku komîteyên meclisê dema kar û xebat didan meşandin, zehmetî dikişandin û vê yekê bandoreke neyinî li herêmê dikir."

Ebd Mihemed spasiya kesên ku destek dane avakirina navendê, kir.

Meclisa Bajarok Taşlok bi hevkariya meclisên navçeyê û kantonê li gorî derfetên xwe xizmeta 35 gundên rojhilatê Kobanê dike, ji van xizmetan; 50 kîlometre rê qîr kir û sererast kir, her wiha pire jî sererast kir, komîteyên din jî kar û xebatên welatiyan didin meşandin.

(eh)

ANHA