​​​​​​​Rejîma Îranê li Serdeştê şivanek birîndar kir

Hêzên rejîma Îranê li Serdeştê gule li şivan barand û wî birîndar kir.

​​​​​​​Rejîma Îranê li Serdeştê şivanek birîndar kir
30 cotmeh, 2021   16:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandinm ku roja Pêncşemiya horî li nêzî gundê Doletû yê girêdayî Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê, dema şivanekê bi navê Azad pezê xwe diçêrand, hêzên rejîma Îranê gule lê reşandiye.

Di encama gulebaranê de şivan bi giranî ji ranê xwe ve birîndar bû. Şêniyên gund ji bo destwerdanê çûn qada bûyerê û ji bo dermankirinê şivan rakirin nexweşxaneyê.