​​​​​​​Partiyên siyasî banga piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD'ê kirin

Di civîna ku Rêveberiya Xweser li dar xist de, partiyên siyasî girîngiya piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD'ê kirin.

​​​​​​​Partiyên siyasî banga piştgiriya Rêveberiya Xweser û QSD'ê kirin
30 cotmeh, 2021   15:43
QAMIŞLO

Rêveberiya Xweser û partî û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca nirxandina rewşa siyasî û planên xizmetguzariyê yên li herêma Cizîrê civiyan. Civîn vê sibehê li Navenda Lêkolîn û Şêwirên Dîplomoasî ya li bajarê Qamişlo dest pê kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên herêmê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis û Nezîra Gewriyê beşdar bûn.

Têkildarî mijarên ku di civînê de hatin nîqaşkirin de Telat Yûnis ji ANHA'yê re axivî.

Telat Yûnis diyar kir ku ev civîn di çarçoveya rêzecivînên asayî de ye ku bi partiyên siyasî  re tê lidarxistin û wiha domand: "Me bi partiyên siyasî re rewşa siyasî ya giştî li herêmê, geşedanên di qada navneteweyî, Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nîqaş kirin, her wiha me gefên dewleta Tirk ên pêkanîna êrişan li ser herêmê, hewldanên wê yên têkbirina projeya Rêveberiya Xweser, dîsa jî serdanên şandeyên MSD û Rêveberiya Xweser ên derveyî welat nîqaş kirin. "

Yûnis destnîşan kir ku di civînê de rêbazên sekna li hemberî hewldanên têkbirina vîna pêkhateyên herêmê hatin nîqaşkirin û wiha domand: "Tevahî partiyên siyasî girîngiya hevgirtinê di vê pêvajoya hestiyar de, kombûna li derdora Rêveberiya Xweser û QSD'ê li hemberî astengiyan, pêşxistina xebatên rêveberiyê di qadên dîplomasî û rêveberiyê de destnîşan kirin."

Li gorî Telat Yûnis ji xalên din ku di civînê de hatine nîqaşkirin, rewşa Rêveberiya Xweser, projeyên wê yên aborî û xizmetguzarî û pirsgirêkên ku şênî pê re rû bi rû dimînin, hatin nîqaşkirin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Telat Yûnis destnîşan kir ku di civînê de pêşniyar û rexneyên partiyan ên derbarê xebatên saziyên Rêveberiyê Xweser de hatin guhdarkirin ku kêmasî werin derbaskirin.

ANHA