​​​​​​​Îsraîlê depoyên Hizbullahê û komên alîgirên Îranê yên li Şamê kirin hedef

SOHR`ê ragihand ku Îsraîlê depoyên Hizbullaha Lubnanê û komên alîgirên Îranê yên li bakurê rojavayê Şamê kirin hedef. SANA’yê da zanîn ku pergala parastinê ya hikumeta Şamê êrişa Îsraîlê şikand.

​​​​​​​Îsraîlê depoyên Hizbullahê û komên alîgirên Îranê yên li Şamê kirin hedef
30 cotmeh, 2021   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro piştî nîvro, dengê teqînên mezin ji paytexta Sûriyê Şamê û gundewarên wê hat bihîstin. Hat piştrastkirin ku Îsraîlê herêma Qidseya, rêya Beca û Dîmasê yên bakurê rojavayê Şamê kirin hedef.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir ku herêma ku rastî êrişê hatiye, depoyên çek û cebilxaneya Hizbullahê Lubnanê û komên alîgirên Îranê ye. Her wiha li wê herêmê baregehên leşkerî yên hikumeta Şamê û Firqeya 4`an hene.

SANA`yê wiha ragihand: “Saet di 11:17`an de Îsraîlê bi moşekên erd bo erd ji bakurê Filistînê ya dagirkirî gelek nuqte li gundewarên Şamê kirin hedef. Lê pergala parastinê êriş şikand û gelek moşek xistin xwarê.”

SANA`yê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, da zanîn ku di encama êrişê de 2 leşker birîndar bûne û gelek ziyanên madî çêbûn.

Di 25`ê Cotmehê de balafireke Îsraîlê 2 navendên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê û hevalbendên wê yên li derdora bajarê Baas û gundê Kirom ên Qunayterayê bombebaran kiribûn ku di encamê de zirarên madî çêbûbûn.

(şx)