Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên artêşa Tirk ên li rojhilatê Idlibê topbaran kirin

Balafirên Rûsyayê herêmên li ser sînorên Lîwa Îskenderûn ên li bakurê Idlibê bombebaran kirin. Her wiha hêzên hikumeta Şamê jî derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk ên li gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê nuqteyên artêşa Tirk ên li rojhilatê Idlibê topbaran kirin
30 cotmeh, 2021   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê herêmên li ser sînorên bi Lîwa Iskenderûn re yên li bakurê Idlibê kirin hedef, her wiha 6 êriş li dijî baregehên çeteyên Firqeya 23'yan a girêdayî dewleta Tirk li derdora herêmê Qah pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) li gel bombebaranê, hêzên hikumeta Şamê jî derdora nuqteyên dagirkeriya Tirk ên li Nêreb, San û Mecdaliya yên li rojhilatê Idlibê topbaran kirin.  Her wiha gelek balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê digerin.

(dm)