HPG’ê nasnameya gerîlayekî bi çekên kîmyewî şehîd bûye, ragihand

HPG’ê ragihand ku ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Werxelê, gerîla Têkoşer Zagros (Erhan Şahîn) şehîd bûye.

HPG’ê nasnameya gerîlayekî bi çekên kîmyewî şehîd bûye, ragihand
30 cotmeh, 2021   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

26’ê Cotmehê saet 12:30’an dagirkerên li derdora Dola Nodî û Sirta Mêzê ya girêdayî Avaşîn bûn, hêzên me bi çalakiyeke sekvaniyê li wan dan. Di vê çalakiyê de bi kêmanî dagirkerek hate cezakirin, gelek dagirker jî hatin cezakirin. Piştî çalakiyê dagirker bi helîkopteran windahiyên xwe ji qadê dûr xistin.

29’ê Cotmehê saet 04:30’an hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdorî Kela Bêdewê ya herêma Zapê bûn dan. Di encama vê çalakiyê de cihên hatibûn hedefkirin, bi îsabet li wan hate dayîn.

Artêşa TC a dagirker li ber berxwedana dîrokî ya gerîlayên Kurdistanê nikare bi pêş ve biçe, ketiye nava xitimandinek mezin. Artêşa TC a hemû derfetên tekînkê xistiye dewrê, 10’ê Cotmeha 2021’ê carekî din sûc kiriye, bi dijwarî bi çekên kîmyewî û gazên jehrî bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê baranadiye. Di encama vê êrîşa bi nemerdane ya dewleta TC’ê de hevrêyê me Têkoşer şehîd bûye.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav: Têkoşer Zagros
Nav û paşnav: Erhan Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dayik-bav: Behiye – Halît
Cih û dîroka şehadetê: 10 Cotmeh 2021 / Avaşîn

Hevrêyê me Têkoşer li Colemêrgê ya di dîroka xwe de serî li ber dagirkeran nedaniye û xwedî dîrokeke xurt a berxwdanê ye, hatiye dinê. Hevrêyê me di nava malbateke xwedî çandeke bi kok û zindî ya welatparêziyê de mezin bûye, di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiya Kurdistanê nas dike. Di nava şert û mercên giran de malbat ji bo bikare bijî, li cihên cuda kar û ked daye. Hevrêyê me bi mîrasê ku ji malbata Şahîn girtî ku gelek milîtan mezin kirî, di her şert û mercê de pêk aniye û xwedî lê derketiye. Birayê Hevrêyê me Têkoşer, Şehîd Erdal Şahîn di dema pêvajoya Berxwedana Xweseriyê de têkoşîn kir, di jêrzemîna Cizîrê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi hovane hate qetilkirin. Hevrêyê me Têkoşer çeka birayê xwe hilda, têkoşîna wî li nava refên gerîla domand. Hevrêyê me Têkoşer ti demê di serî de qetlîama li Cizîr û dîsa li ser gelê Kurd dike, ji bîr nekir, gihişte wê baweriyê ku bi bersiv dayîna dagikeriyê û gihandina têkoşînê ya serketinê bûye. Ji bo wê li her qadê bi xurtî tevlî kar bûye. Hevrêyê me Têkoşer hem li Kurdistan û hem jî dema ji bo xwendinê çûbû Îzmîrê metrepolên Tirkiye, ji nêz ve sîstemê nas dike, ji nêzîk ve şahidiyê ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê me tê kirin dike.  Hevrêyê me bi baweriya ku rizgariya gelê me enceq bi têkoşîna xeta Rêber Apo pêkan e, di demê zanîngehê de tevlî kar û xebatan dibe, pêşengtiyê ji têkoşîna ciwanên Kurd re dike. Tevî ku dagirkeran gelek caran hevrêyê me destgîr dike û digire jî, ti demê nebûye sedema ku vîna wî bişkê, berovajî hêrsa xwe mezin kiriye û têkoşîn xurt kiriye. Hevrêyê me Têkoşer ê sala 2015’an tevlî nava gerîlayên azadiyê dibe, têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya li dijî dagirkeriyê li çiyayên azad ên Kurdistanê didomîne.

Hevrêyê me Têkoşer salên dirêj li Zagrosan gerîlatî kir, li qada leşkerî bi lez xwe pêş xist, taybetmendiyên gerîlatiya dema nû di xwe de da avakirin. Hevrêyê me Têkoşer di dema êrîşên dagirkeriyê ya dewleta TC a dagiker 23’yê Nîsanê li qadên Avaşîn, Zap û Metîna da destpêkirin de, çeka xwe hilda û di refên pêş de cihê xwe girt; heta kêliya dawî bê navber li ber xwe da. Hevrêyê me Têkoşer ê li gel hevrêyên xwe li Qada Berxwedana Werxelê koka dagirkeriyê rakir, li Werxelê cihê xwe di gelek çalakiyên bi bandor de girt. Dewleta TC a li ber berxwedana efsanewî ya hevrêyên me tarûmar bûn, serî li sûcên şer da û bi dijwarî çekên kîmyewî û gaza jehrî êrîşî Qada Berxwedana Werxelê kir. 10’ê Cotmehê di êrîşa dewleta TC a dagireker a bi çekên kîmyewî û gaza jehrî ya zêde ya li ser Qada Berxwedan Werxelê de hevrêyê me tevlî karwanê şerhîda bû.

Hevrêyê me Têkoşer ê çanda serhildan û têkoşînê di her dem û şert û mercê de pêk anî, di serî de ji malbat, xelkê Colemrêgê û hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Çawa ku hevrêyê me Têkoşer têkoşîna Şehîd Erdal bê dudilî hilda, em yên mayîn jî bi heman biryardariyê mîrasê şehîdên xwe hildin û bigihînin serketinê.”