Hiqûqnas Şêx Muslim: Divê şêniyên Kobanê li hemberî êrişên Tirkiyê hevgirtî bin

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim îhtîmala ku civata navneteweyî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker helwestekê nîşan bide an wê ceza bike dûr xist û got, divê şêniyên Kobanê li hemberî van êrişên hevgirtî bin.

Hiqûqnas Şêx Muslim: Divê şêniyên Kobanê li hemberî êrişên Tirkiyê hevgirtî bin
30 cotmeh, 2021   04:17
KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk a dagirker di nav bêdengiya navneteweyî, Koalîsyona Navnetweyî, hikumeta Şamê û Rûsya "Garantor" de êrişên xwe ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û sivîlan dike hedef. Ev bêdengî gelek pirsan derdixe pêş ku gelo bêdeng  ji van êrişan re razî ne û beriya her êrişekê li dijî sivîlan bi dewleta Tirk re lihev dikin?

20'ê Cotmehê dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov a biçek erebeyeke sivîlan li bajarê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 2 sivîl şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. 23'yê Cotmehê jî li ser rêya Kobanê- Helebê li erebeyekê dan û 3 şervanên QSD'ê ku ji bo tedawiyê diçûn Sirîn şehîd xistin.

'DEWLETA TIRK LIHEVKIRINA AGIRBESTÊ BINPÊ DIKE, RÊZÊ JI RÊGEZÊN CÎRANTIYÊ RE NAGIRE'

Têkildarî van êrişan, hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim ji ANHA'yê re axivî û got: "Êrişên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bajarê Kobanê bi balafirên bê mirov ku sivîlan dikin hedef, binpêkirina peymana agirbestê ye, her wiha binpêkirina rêgezên cîrantiya baş e ku me bi Tirkiyê re qet nedîtiye. Mafê tu dewletekê tune ye ku serweriya dewletek din bin pê bike û dewleta Tirk jî bi neheqî axa Sûriyê bin pê dike."

Şêx Muslim diyar kir ku armancên dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku istiqrara civakî ya li bajarê Kobanê ji hev bixe û wiha domand: "Ev rewşa li Kobanê li xweşiya dewleta Tirk nehat, ji ber vê yekê êrişên bi vî rengî pêk tîne da ku istiqrara herêmê xirab bike û tirsê bixe dilê sivîlên bajar."

Şêx Muslim di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Rûsya di danûstandina bi Rêveberiya Xweser û Tirkiyê re xwe dispêre pîvanên dualî û rola xwe wekî garantorê peymana agirbestê pêk nayîne û got: "Delîla vê yekê jî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, Rûsya jî bi van kiryaran hewl dide zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk bike da ku ji bo rejîma Sûriyê tawîzan bidin."

' EDALETA NAVNETEWEYÎ JI BO BERJEWANDIYA WELATÊN XWEDÎ BIRYAR E '

Hiqûqnas Şêx Muslim îşaret pê kir ku edaleta navneteweyî di aliyê qanûnî de ramaneke xweşik e û wiha pê de çû: "Dema ku Dadgeha Edaleta Navneteweyî û Desteya Neteweyên Yekbûyî û Rêxistinên Mafên Mirovan derketin, edalet ketiye bin bandora berjewendiyên siyasî yên dewletên xwedî biryar. Ji ber vê yekê em nikarin xwe bispêrin wê ku erkên xwe bi cih bîne û Tirkiyê ji sûcên wê berpirsyar bibîne."

Hiqûqnas Mistefa Şêx Muslim di dawiya axaftina xwe de got: "Divê gel bibin yek, ji ber ku bicihanîna xewnên me yên bi sed salan nêz bûye. Divê em li kêleka hêzên xwe yên ku me ji êrişên ji van mezintir parastin, bisekinin û ji planên ku diqewimin haydar bin."

(dx)

ANHA