Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e

Çalakvanên li Sêmalkayê helwestên xwe li dijî nêzîkatiyan PDK`ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê li ser rehîngirtina cenazeyên gerîlayên ji Rojavayê Kurdistanê nîşan da û got “Ji PDK`ê re êdî bes e.”

Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
Xwepêşandêrên li Sêmalka: Ji PDK`ê re êdî bes e
30 cotmeh, 2021   05:00
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Dewleta Tirk a dagirker piştî têkçûna xwe ya li Garêî ji 23’yê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ruxmî hemû teknîka pêşketî ya şer jî heya niha bi ser neketine. Ji ber wê jî zêdetirî 323 caran çekên kimyewî yên bikaranîna wan qedexe, li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar anîn.

Hêzên taybet ên PDK`ê jî li kêleka dewleta Tirk a dagiker ev demeke dirêj e êrişî gerîlayên Kurdistanê dikin û kemînan li dijî wan datînin. Hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li herêma Xelîfanê komeke gerîla xist kemînê û 3 gerîla şehîd kirin. Ruxmî helwestên gelê Kurd ên tund jî hêzên PDK`ê dîsa 28-29’ê Tebaxê kemîn li hember komeke gerîlayan danî. Di encamê de 5 gerîla ku di nav de şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî yên ji Rojavayê Kurdistanê jî hebûn, şehîd ketin. Gerîlayek bi birîndarî dîl hat girtin û gerîlayekî jî bi saxî xwe gihand hevalên xwe.

Lê piştî vê bûyerê dîsa hêzên taybet ên PDK’ê 25’ê Cotmehê li derdora gundê Dêreşê yê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kemîn danî ber gerîlayan û gule lê reşandin.

PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê ji bo radestkirina cenazeyên Tolhildan Raman û Serdem Cûdî astengiyan derdixin û cenazeyên her du şehîdan rehîn girtine.

Li dijî vê nêzîkatiya PDK`ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê, çalakiya Meclisa Malbatên Şehîdan li dergeha Sêmalka ji 5’ê Cotmehê ve dewam dike. Di çalakiyê de malbatên şehîd Tolhildan Raman û şehîd Serdem Cûdî jî hazir in û daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin.

Rojanê tevlêbûn û piştgiriya çalakiya konvedanê zêde dibe. Bi sedan şênî her roj tev li çalakiyê dibin û nêrazîbûna xwe li dijî sekna PDK`ê û hikumeta Başûrê Kurdistanê nîşan dikin.  Dayik û malbatên şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan hewl didin derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên astengkirin.

`JI NÎVÊ RÊ VEGER NE POŞMANÎ YÊ`

Derbarê van bûyeran de çalakvan Feysel Hesen ku lawê wî di sala 2018`an de li Garê şehîd ketiye, got: “PDK tiştên nerast dike. Hêviya me ya yekitiyê hebû lê belê em dibînin berovajî wê PDK hêza xwe bi hêza dijmin ve girê dide. Li dijî îradeya Kurd disekine. Gerîla ji bo hemû perçeyên Kurdistanê ne. Dema DAIŞ derbasî Başûrê Kurdistanê bû yên ku li dijî DAIŞ’ê sekinîn, hêza gerîla bû. Ji PDK`ê û hevalbendên wê re em dibejin divê hêza kurdî bibe yek. Divê nekevin xeta xiyanetê û xiyanetê li gelê xwe nekin. Çi hêzên li pey vê komplo û xiyanetê ne, divê jê vegerin. Ji nîvê rê veger ne poşmanî ye.”

Hesen der barê rehîngirtina cenazeyên şehîdan de got: “Divê ev şehîdên me yên dawî bin. Dema zarokên me ji aliyê hêzên kurdî ve tên şehîdxistin, du caran agir bi dilê me dikeve. Divê nekevin rêza xiyanetê û werin bi gelê xwe re kar bikin. Şehîdên me bidin me. Dijmin em parçe kirine û PDK jî heman siyasetê dimeşîne. Em lanetê li hevkariya wan a bi siyaseta dijmin re dikin.” 

‘HEYA KENGÎ ÎXANET?’

Çalakvan Semîra Şikrî Hesen jî ev 3 hefte ye di nava çalakiyê de cihê xwe digire. Semîra Şikrî Hesen diyar kir ku PDK û hikumeta Başûrê Kurdistanê xwe bê deng dikin û got: “Heya ku em cenazeyên şehîdên xwe negirin, em vê çalakiyê bi dawî nakin. Birayên me ji me re dijmin in. Çima şehîdên me nadin? Qey helwesta gelê me nabînin, ma kor in, bê dil in? Heya ku em şehîdên xwe ji Başûr wernegirin, em dev jê bernadin. Biçûkên me, mezinên me dê ser lingan bin. Ji Mesûd Barzanî re êdî bes e. Heya kengî xiyanetê dê bikin. Îro em li vir çalakiyên xwe dikin, Nêçîrvan Barzanî diçe ser maseya Erdogan û destê wî digire. Jixwe dewlet hemû li dijî me bûne yek. Sedema vê jî ew in.”  

ANHA