PYD: Berxwedana Kobanê bû sembola vîna azad a gelê Kurd

PYD bi daxuyaniyekê diyar kir ku “Berxwedana li Kobanê ji bo vîna azad a gelê Kurd bûye sembol. Divê her kes xwedî li vê vînê derkeve û tecrubeyan ji vê berxwedana dîrokî ya bêhempa bigirin.”

PYD: Berxwedana Kobanê bû sembola vîna azad a gelê Kurd
30 cotmeh, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û tê de spasdariya xwe ya ji şehîdan û birîndaran re rave kir ku destana Kobanê xêz kir.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin: “Di Kongreya Kurdistanê de ku li Parlamentoya Ewropayê sala 2014`an li dar ketibû, biryar hat dayîn ku 1’ê Mijdarê bibe roja piştgiriya cîhanî ya bi Kobanê re ku bû sembola têkoşîna li dijî terorê û tunekirina DAIŞ`ê. Ji wê dîrokê ve, karwanên azadîxwaz û demokrat li seranserê cîhanê daketin qadan û piştgiriya gelê Kurd kir.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kobanê ku beriya berxwedana destanî kesekî pê nebihîstibû, vîna gelê Kurd ê li hemberî terorê û alîgirên wê sekinî, rave kir. Ji bo gelên bindest li seranserê cîhanê bû sembol û nimûne.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Kobanê bû sembola vîna azad a gelê Kurd, lewra gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêla vê serkeftinê bi hezaran ciwanên xwe feda kirin. Her wiha di berdewama daxuyaniyê de Meclisa Giştî ya PYD`ê got: “Em di vê boneyê de dibêjin serkeftina ku ciwanên Kobanê û pêkhateyan bi dest xistine, ji bo mirovahiyê serkeftin e.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em minetdarên şehîdên berxwedana Kobanê û hemû şehîdên azadiyê û birîndaran in ku destana Kobanê nivîsandin.”

Di daxuyaniyê de bang li gel hat kirin ku xwedî li giyana berxwedana Kobanê derkeve û tecrubeyan ji vê berxwedana dîrokî ya bêhempa bigire, ji ber ku rêya yekane ya pêkanîna azadiyê, demokrasiyê û biratiya gelan e.

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana Kobanê hat silavkirin ku ji bo serkeftina nirxên mirovahiyê bû sembol.

(şx)

ANHA