Karker û cotkarên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û soza berxwedanê da

Cotkar û karkerên navçeya Çilaxa li dijî topbarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Kobanê xwepêşendanek li dar xist. Tê de bang li civata navneteweyî kir ku qada hewayî li balafirên Tirkan bigirin û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmê rawestînin.

Karker û cotkarên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û soza berxwedanê da
Karker û cotkarên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û soza berxwedanê da
Karker û cotkarên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û soza berxwedanê da
Karker û cotkarên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û soza berxwedanê da
Karker û cotkarên Çilaxa li dijî êrişên dagirkeriyê meşiyan û soza berxwedanê da
29 cotmeh, 2021   13:53
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker siyasetên dijminane li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrişên li ser Kobanê û Til Rifetê didomîne.

Xwepêşendêran vê sibehê berê xwe da çerxerêya şehîd Masûm û heta qada geracê meşiyan.

Meş li wir rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Yekitiya Kedkaran a navçeya Çilaxa Zêdan Hisên axivî û bêdengiya dewletên Ewropayê li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û siyasetên wê yên li dijî herêmê şermezar kirin.

Zêdan Hisên destnîşan kir ku piştî DAIŞ`ê hat tunekirina û gelên herêmê di oxira azadî, jiyana bi rûmet û demokratiyê de bi hezaran şehîd dan, dewleta Tirk ji bo têkbirina ewlehiya li herêmê, herêmê topbaran dike. Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk careke din dixwaze êrişî Kobanê bike, lê ji bîr kiriye ku gelên herêmê wê serî jê re netewînin û dê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Zêdan Hisên piştrast kir ku karker û cotkarên Çilaxa dê li ser bingeha xwedîderketina li xwîna şehîdan û fikrê rêber Abdullah Ocalan li hemberî gefên dewleta Tirk li ber xwe bidin.

Zêdan Hisên di dawiyê de bang li civata navneteweyî kir ku rê li sûcên dewleta Tirk a dagirker bigire û qada hewayî li pêşiya balafirên Tirkan bigire.

(şx)

ANHA