Sibê li Romayê civîna G20 tê lidarxistin

Sibê li Îtalya civîna serokên dewlet û hikumetên G20 dest pê dike. Ji dema belavbûna vîrusa Koronayê de, ev cara yekemîn e ku civîna rû bi rû tê lidarxistin.

Sibê li Romayê civîna G20 tê lidarxistin
29 cotmeh, 2021   14:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokên dewlet û hikumetên welatên vexwendî, her wiha nûnerên hin aliyên navneteweyî û rêxistinên herêmî sibê beşdarî civîna G20 dibin. Serokê Amerîkayê Joe Biden jî tev li civînê dibe, lê serokên Çîn û Rûsya beşdar nabin.

Roja sêşemê, Kremlînê gotibû ku niyeta serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn tune ye ku beşdarî civîna G20 a li Romayê ya dawiyê vê mehê tê lidarxistin, bibe.

Lê Nivîsgeha Ragihandinê ya Kremlînê daxuyaniyek da û got, “Serok Pûtîn bi rêya online dê beşdarî civîna G20 bibe ku dê bi serokatiya Îtalya li Romayê di 30,31`ê Cotmehê de were lidarxistin.”

Civîna salane ya G20 dê şeva Kongraya NY`yî ya têkildarî guhertina avhewayê bê lidarxistin, ku dê roja yekşemê li Glasgow ya Brîtanyayê were lidarxistin.

Di civîna du rojan a bi serokatiya serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi, dê mijarên siyasî, rewşa mirovî, helwsta jeo-polîtîk li Efganistanê jî werin nîqaşkirin.

Di salên dawîn de, di navbera fermandarên welatên komê de valahiyeke mezin çêbû, Washington û Pekîn hema bêje têkiliyên wan qut bûne, helwest û gavên Rûsya jî nayên pêşbînkirin, ji wê zêdetir gefa Enqere ya vê dawiyê ya qewitandina balyozên 10 welatan ku 4 ji wan dewletên G20 in, her wiha serokwezîrê Îtalyayê, Erdogan bi “dîktator” bi nav kiribû.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku ji gefa dersînorkirina balyozên 10 dewletan vegeriya, hêvî kir ku di hevdîtina li Glasgow de serokê Amerîkayê Joe Biden bibîne.

Şêwirmendê Biden ê ewlehiya neteweyî Jake Sullivan jî got, “Ez pêşbîn dikim ku Biden li Glasgow serokê Tirkiyê bibîne.”

Ruxmî ku Tirkiye endama NATO`yê ye jî lê belê ji ber kirîna moşekên Rûsî ji aliyê Enqereyê ve, di navbera herdu aliyan de nakokî hene.

(cx)