​​​​​​​Kongreya Star 65`emîn salvegera têkoşîna FAU pîroz kir

Bi boneya salvegera 65`emîn a têkoşîna Federasyona Anarşîst a Ûrûguay Kongreya Star daxuyanî da û got, “Em 65 salên têkoşîna anarşîst, bi ruhê enternasyonalîst ku me bi hev ve girêdide pîroz dikin.”

​​​​​​​Kongreya Star 65`emîn salvegera têkoşîna FAU pîroz kir
29 cotmeh, 2021   12:53
NAVENDA NUÇEYAN

Kongreya Star a Rojavayê Kurdistanê di 65`emîn salvegera têkoşîna Federasyona Anarşîst a Ûrûgûayê (FAU) de daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye :

Ji bo Federasyona Anarşîst a Ûrûgûayê:

Em wek Kongra Star silavên xwe yên şoreşgerî ji FAU (Federasyona Anarşîst a Ûrûgûayê) re dişînin û 65’emîn salvegera têkoşîna wan pîroz dikin. Têkoşîna we ya 65 salan tê wateya 65 salên berxwedanê. Ew hêviyê dide me wexta em bibînin ku rûxmî dîktatoriya leşkerî û pêlên mezin ên zordariyê dijwar jî FAU têkoşîna şoreşgerî berdewam dike. Em dizanin ku FAU bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye û endamên wan ketine zindanan û şehîd bûne. Her wiha we pêdiviya domandina têkoşîna xwe ya li dijî îstîsmar û zilma mezin da naz kir. Em berxwedana bi rûmet a ku ji destpêka mêtingeriyê ve li Ûrûgûayê tê meşandin, bi bîr tînin.

 Îro hêzên moderniteya kapîtalîst li dijî hemû hêzên demokratîk ên li dijî zilm û mêtîngeriyê tekoşîn dikin şerekî topyekûn dimeşînin. Yekdestdariyên mezin ên desthilatdarî û aboriyê jiyana aborî û ekolojîk a gelek civakan hilweşandiye. Gelê Ûrûgûayê, gelê Kurd û gelên din ên cîhanêrastî zilm û zordariya dijwar a hêzên navneteweyî hatine.

Ji destpêka baviksalarî û şaristaniya kapîtalîst ku em ji hev qût nabînin, her tim dîroka şaristaniya demokratîk jî heye. Li ser vê xeta şaristaniya demokratîk gel û bi taybetî jî jinên ku herî zêde ji aliyê pergalê ve tên çewisandin, li dijî wê serî rakirine. Sîstema mêtinger ku xwe gihandiye hemû qadên jiyanê û ji gelek hiyerarşî û komkirina hêzê ji netewe dewletên mezin heta şaneya herî biçûk a zilmê, malbata baviksalarî pêk tê, misoger dike ku tu mirovî bêbandor û bê kontrola wê nemîne.

Li dijî vê yekê tekoşîn kirin bi awayekî radîkal jî tê wateya tekoşîna dijberiya her şêwe hiyerarşî û yekdestdariya desthilatdariyê. Em bi rêzdarî nêzî keda mezin a têkoşîn û teoriya anarşîst tekoşîna hember pirskirina hiyerarşî û zordestiya pergala dewletparêz dibin. Ji ber vê yekê em FAU jî weke yek ji hêzên demokratîk ên ku li dijî kapîtalîzmê ku li ser bingehên baviksalarî ava bû ji bo wekhevî û demokrasiyê têdikoşin dinirxînin. Di hemû têkoşînên azadiyê de girîng ku were zanîn ku bêyî navendkirina têkoşîna azadiya jinê ne pêkan e ku xwe bigihînin civakek wekhev. Federasyona Anarşîst dixwaze bi çalakiyên xwe li hemberî statukoya heyî alternatîfek ava bike û beşdarî têkoşînên rizgariya enternasyonalîst bûye û li Amerîkaya Latîn têkiliyên xurt ava kiriye.

 Li Kurdistanê jî tevgera azadiya Kurd li dijî faşîzm, baviksalarî û kapîtalîzmê têkoşînek ku zêdeyî 40 sal in dewam dike, daye meşandin. Di vê têkoşînê de birêxistinkirina saziyên jinan ên xweser roleke sereke lîst û hate zanîn ku koletiya jin bingeha her cureyên koletiyê e.  Avakirina rêxistina xweser ên jin îmkana ava kirina ku jin xwe azad biafirîne û di nava civakê de di têkoşîna azadiyê de bibe pêşeng. Kongra Star jî bi vê hêz û ruhê ava bû û di şoreşa jin a li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rolek aktîf û girîng lîstiye. Îro li wir, di bin paradîgmaya konfederalîzma demokratîk de jin û hemû komên civakî û etnîkî di rêveberiya xweser de bi awayekî wekhev û xweser beşdar dibin. Di têkoşîna xwe de me naz kir ku li kêleka berxwedana leheng a hêzên leşkerî, hevgirtina navneteweyî yek ji çekên herî xurt in li dijî dewletên dagirker e.

Rastiyea ku pergalên baviksalar her tim li dijî azadiyê derkevin, ji bo me tê wê wateyê ku ji bo parastina xwe pêwîstiya rêxistinbûyin heye. Berxwedan li ku tê rêxistin kirin, li ku avahiyên xweparastinê yên domdar têne avakirin bi ser dikeve. Girîng e jin di xweparastinê û pêkhateyên din de jî bi awayekî xweser xwe bi rêxistin bikin. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta hêzên yekbûyî yên hêzên şoreşger ên azadîxwaz, berxwedan û rêxistinbûna wan wê sedsala 21. û pêvajoya dîroka me diyar bike.

Em di wê baweriyê de ne ku aştî û cîhanek bi edelet dê bi ser bikeve û armancên şoreşa we pêk werin. Ji ber vê yekê divê ev salên tecrûbe bibe berdewamiya berxwedanê û ruhê têkoşîna me ya hevpar a navneteweyî û hîn bilindtir bibe.

 Li ser vê esasê, em 65 salên têkoşîna anarşîst, bi ruhê enternasyonalîst ku me bi hev ve girêdide, dîsa li hemû endamên FAU pîroz dikin.”