El-Burhan: Serokê hikumeta nû dê di hefteyekê de were hilbijartin

Fermandarê giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan ragihand ku hikumeta nû dê di hefteyekê de were avakirin. Her wiha diyar kir ku hêzên leşkerî dê serokwezîrê welêt ji teknokratan hilbijêrin.

El-Burhan: Serokê hikumeta nû dê di hefteyekê de were hilbijartin
29 cotmeh, 2021   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

El-Burhan ji ajansa Sputnîk a Rûsyayê re axivî û got ew hêvî dike ku serokwezîr û endamên Meclisa Serdestiyê di hefteyekê de werin diyarkirin û got: “Em ê serokwezîr ji teknokratan hibijêrin.”

El-Burhan piştrast kir ku hêzên leşkerî mudaxeleyî diyarkirina wezîran nake lê belê serokwezîrê nû dê wan diyar bike û destnîşan kir ku hêzên çekdar di 25`ê Cotmehê de gelek girtek girtine, ji ber ku dixwaze xeta şoreşê rast bibe ku serokê berê Omer El-Beşîr xirab kiriye.

Fermandarê hêzên çekdar ku di Meclisa Serdestiyê de şirîkê serokê hikumetê Abdullah Hemdûk bû, duşema borî jihevxistina hikumetê, Meclisa Serdestiyê û rewşa awarte ragihandibû.

(şx)