​​​​​​​Li Sêrtê ji ber gotina ‘Ev der Kurdistan e’ dikandarek hate girtin

Dikandar Cemîl Taşkesen dema seroka Partiya Îyî ya neteweperest a opozîsyona Tirkiyê Meral Akşener çû Sêrtê, jê re gotibû ‘Ev der Kurdistan e, lê tê înkarkirin’. Polîsên Tirk Taşkesen girt.

​​​​​​​Li Sêrtê ji ber gotina ‘Ev der Kurdistan e’ dikandarek hate girtin
29 cotmeh, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Dikandar Cemîl Taşkesen di dema serdana seroka Partiya Îyî Meral Akşener a li navçeya Misirc a Sêrtê de ji Akşener re gotibû ‘Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin. Taşkesen, ji ber gotinên xwe hate destgîrkirin.

Gerînendetiya Polîsan a Sêrtê da zanîn ku Serdozgeriya Komarê ya Misircê li ser gotinên Cemîl Taşkesen ên “Ziman û nasnameya me tên înkarkirin. Kurdistan tê înkarkirin. Em li dijî vê ne. Ev cihê hûn niha lê ne Kurdistan e lê mixabin di meclisê de Kurdistan tê înkarkirin” bi îdiaya “propagandaya rêxistine” lêpirsîn daye destpêkirin. 

Polîsên Tirk di saetên serê sibê de Cemîl Taşkesen destgîr kir.