Cibraîl Mistefa: Dewleta Tirk sûcên revandina jinan zêde kirin

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê destnîşan kir ku bûyerên revandina jinan ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve li kantona Efrînê ya dagirkirî, berdewam in û diyar kir ku revandina parêzer Necah Erûs sûcekî din e ku li sûcên wê yên dermirovî zêde bûye.

Cibraîl Mistefa: Dewleta Tirk sûcên revandina jinan zêde kirin
29 cotmeh, 2021   10:02
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li dijî jinan li kantona Efrînê ya dagirkirî pêk tînin. Nexasim piştî gefên dewleta Tirk ên li dijî kantona Şehbayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî daneyên Nivîsgeha Jinan a saziyên civaka sivîl ên herêma Efrînê dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de gelek jin ji gund û navçeyên kantona dagirkirî revandin. Ji dema dagirkirina kantonê ve zêdetirî hezar jin hatin revandin û zêdetirî 84 jin hatin kuştin. Her wiha li dijî 71 jinan rastî bûyerên tecawizê pêk hatin.

/ar/uploads/files/2021/10/29/084359_jbraeyl-mstfa.webp

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ji destpêka Cotmehê ve, hejmara jinên hatine revandin gihaşt 14’an, di nav de 2 zarok hene. Her wiha jina ducanî Nîmet Behcet Şêxo hat kuştin, piştî ku ji navenda kantona Efrînê tevî hevjînê xwe hatin revandin.

Li ser bûyera revandina parêzer Necah Omer Erûs ku di 23`yê Cotmehê de pêk hat, hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê parêzer Cibraîl Mistefa ji ajansa me re axivî.

Der barê bûyera revandina Necah Erûs ji aliyê MÎT`a Tirk ve ku ji şêniyên navçeya Racoyê ye, Cibraîl Mistefa got: “Dewleta Tirk bi revandina Necah hemû qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha li ser asta cîhanê qanûna parêzeriyê binpê kir. Ji ber ku parêzer xwedî parêziyê ne û nabe were girtin tenê dema sûcek kiribe, piştî girtine destûrê ji sendîkaya parêzeran û bi beşdarbûna nûnerên sendîkayê dikarin bên girtin.”

Cibraîl Mistefa diyar kir ku li gorî raporên rêxistinên navneteweyî, dewleta Tirk di nava 10 dewletan de ku herî zêde qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dikin, hatiye sinifandin.

Her wiha Cibraîl Mistefa bal kişand ser sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker û got ev sûc bi çavdêriya yekser a îstixbarata dewleta Tirk pêk tên.

Mistefa daxuyand ku li gorî Peymana Lahayê ya sala 1907`an, divê dewleta Tirk bendên têkildarî parastina sivîlan û milkên wan, rêzgirtina ji dewletên cîran re pêk bîne. Lê di heman demê de diyar kir ku dewleta Tirk wan qanûnan binpê dike. Cibraîl Mistefa wiha domand: “Dewleta Tirk her çar lihevkirinên Cinêvê binpê dike, nexasim lihevkirina çaran a taybet bi jiyana sivîlan û protokolên yekemîn û duyemîn ên sala 1977`an.”

`DEWLETA TIRK TOLA DAIŞ`Ê JI JINÊN EFRÎNÎ HILTÎNE`

Têkildarî bûyerên revandina jinan li Efrîna dagirkirî nexasim di vê dawiyê de, Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo ku tola DAIŞ`ê hilînin, jinên Efrînê direvînin.

Mistefa wiha domand: “Kantona Efrînê ya dagirkirî ji çeteyên DAIŞ`ê re bûye stargeh. Gelek serçeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra û rêxistinên din ên terorîst ku navên wan di lîsteya terorê ya cîhanê de ne, bûne rêveberên komên Artêşa Nîştimanî ya Azad.”

‘SÛCÊN DAIŞ’Ê YÊN LI DIJÎ ÊZIDIYAN Û YÊN DEWLETA TIRK ÊN LI DIJÎ JINÊN EFRÎNÊ HEMAN IN’

Mistefa îşaret pê kir ku sûcên DAIŞ`ê yên li dijî jinên êzidî yên li Şengalê mîna sûcên îstixbarata dewleta Tirk ên li dijî jinên kantona Efrînê ya dagirkirî ye, tenê amûr, kes û nav cuda ne.

Mistefa piştrast kir ku dewleta Tirk bi zanebûn û bi armanca şikandina vîna jinên Kurd ên azad sûcan li dijî wan pêk tîne, wan direvîne, dikuje û zarokan bi zorê dide zewicandin.

(şx)

ANHA