Li Hemayê avahiyek hilweşiya; 2 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Hemayê avahiyek hilweşiya û di encamê de jinekê û zaroka wê jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Li Hemayê avahiyek hilweşiya; 2 kesan jiyana xwe ji dest da
29 cotmeh, 2021   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA ya girêdayî hikumeta Şamê ragihand ku vê sibehê li herêma Meşaî Meqarine ya li ser rêya Kefer Behem a Hemayê, “avahiyeke neruxsetkirî” hilweşiyaye û di encamê de jinek û zaroka wê jiyana xwe ji daye û 5 kes jî birîndar bûne.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyan.

(cx)