Fransa: Em li hemberî bikaranîna balafirên Tirkiyê li Ukranyayê bi fikar in

Parîsê li hemberî bikaranîna balafireke bêmirov a Tirkiyê ji aliyê hêzên Ukranyayê ve li rojhilatê Ukranyayê, fikarên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku ew yek li dijî tedbîrên xurtkirina agirbestê ye.

Fransa: Em li hemberî bikaranîna balafirên Tirkiyê li Ukranyayê bi fikar in
29 cotmeh, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsa li ser bikaranîna balafirên bêmirov ên 'Bayraktar TB2' ku li herêma Donbassê ji aliyê artêşa Ukraynayê ve tên bikaranîn.

Le Drian got, "Çekên giran ên ku bi peymanên Minskê hatine qedexekirin hîn zêde têne bikaranîn. Bikaranîna balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar ku personelên artêşa Ukraynayê ragihand ku bi kar anîne, me dixe nava fikaran ku dijminatiya li rojhilatê Ukraynayê zêde bibe. Ev yek li dijî tedbîrên xurtkirina agirbestê ye ku 27'ê Tîrmeha 2020'î ketiye meriyetê."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî 27'ê Cotmehê li Moskowayê di civîneke çapemeniyê de bersiv da pirsên rojnamevanan û got, "Niha em vê agahiyên lêkolîn dikin. Gelekî zehmet e ku bê fêhmkirin ku di daxuyaniyên dawî yên rêveberiya Kîevê de çi rast e, çi derew e."

Ji sala 2014'an û vir ve artêşa Ukraynayê û herêma Donbassê ya alîgirê Rûs di nava şer de ne. Di vî şerî de zêdeyî 13 hezar kesî jiyana xwe ji dest da.