Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê

Ji dûr ve xuya dibe mîna peykereke berxwedêr, ji wir bi dehan şervanên YPG û YPJ’ê parastina taxê û şêniyên wê li hemberî çeteyan kir. Îro jî kesên ku di ber wê re derbas dibin, bêhna berxwedanê dikişînin.

Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê
Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê
Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê
Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê
Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê
Avahiyeke ku bû şahida berxwedana şêniyên Şêxmeqsûdê
29 cotmeh, 2021   08:51
HELEB-SOZDAR WEQAS

Kesên serdana taxa Şêxmeqsûd dikin, divê serdana kolana ku tê de destanên lehengiyê hatine nivîsandin, bikin ku hîna jî bîranînên berxwedana wê hene.

Kolana Muxaberat di navbera taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de ye. Ew kolan bû şahida şerên dijwar ên di navbera çete û şêniyên taxê yên Kurd û Ereb de.

Di salên beriya 2012’yan de anku beriya destpêkirina aloziyê, kolan tijî şênî bû û bi dehan werşeyên dirûtinê û kargeh lê hebûn.

Ji ber girîngiya wê ya stratejîk û ji ber ku kolan di navbera Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê de ye, hêzên hikumeta Şamê û komên çete ji vê kolanê êrişî taxa Şêxmesûdê dikir da ku taxê kontrol bikin û ambargoya li ser şêniyan girantir bikin.

Êrişên herî dijwar ên li dijî taxa Şêxmeqsûdê di Îlona 2015’an de bûn. Çeteyên Şuheda El-Bedir û gelek komên çete rojane ji Kolana Muxaberat êriş dikirin. Ew êriş ji 16’ê Sibatê heta Hezîrana heman salê dijwartir bûn.

Çeteyan di êrişên xwe de, moşek, top û lûleyên gazê bi kar dianîn. Di encamê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn ku di nav de zarok jî hebûn. Li gel vê jî avahî, kolan û malên li kêleka hev para xwe ji moşek û topan girt û heta îro ew avahî bûne şahidên wan êrişan.

‛BÎRANÎN Û BÛYER LI SER KEVIRAN NEQIŞANDÎ NE’

Îro piştî derbasbûna 5 salan di ser êrişa dawîn a li dijî taxê re, hîna li kuçe, kolan û dîwarên taxê bîranînên şer û berxwedana şênî û şervanan hene.

Li goşeyeke Kolana Muxaberatê ya wêrankirî avahiyek 5 qat heye, aliyekî wê wêrankirî ye û aliyê din jî hîna wekî xwe ye û mîna şervanekî ku ji lingê xwe de birîndar bûye, li ser pêyan e. Rola vê avahiyê di şerên li taxê de mezin bû, ji ber ku tê de şervanên YPG û YPJ’ê xwe ji êrişan diparast û êriş dişikandin.

Ji bilindbûn û şeklê vê avahiyê diyar dibe ku ew mîna peykerekî ye. Ji dûr ve û ji çar aliyan ve tê xuyakirin. Kesên li rex wê re derbas dibin bêhna berxwedanê dikin û wêneyên şehîd, şervan û navên wan ên li ser kevirên wê hatine neqişandin, dibînin.

Havînan hin giya û kulîlk di bin kavilan de şîn dibin û hin malên wêrankirî dipêçin. Di zivistanê de jî çilpikên baranê ax û kevirên wê av didin.

Di binê avahiyê de kevirek mîna tabloyê heye. Nivîsek bi zimanê kurdî li ser heye; ‘Çîroka me ji vir dest pê kir" û li hemberî wê jî bi erebî heye. Wer xuya ye ku bi destê berxwedêran hatiye nivîsandin û îşaretê bi çîrokên berxwedanê yên ji wir dest pê kirine, dike.

Di wê kolanê de, bi taybet ew avahî bîranînên berxwedan û qehremaniya kesên tê de jiyane, dihewîne.

(fr)

ANHA