​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hewldanên welatên Ereban hene ku têkiliyên bi Sûriyê re normalîze bikin

Rojnameyên erebî yên îro behsa normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Sûriyê re, rewşa Sûdanê û hilbjiartinên Lîbyayê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hewldanên welatên Ereban hene ku têkiliyên bi Sûriyê re normalîze bikin
29 cotmeh, 2021   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EMAN… DERGEHA ŞAMÊ YA NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYÊN BI WELATÊN EREBAN RE’

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûriyê wiha nivîsî: “Ji bo vegera Sûriyê li Yekitiya Ereban û bi wê re normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, Urdunê tevgerên xwe di aliyê herêmî û navneteweyî de zêde kirin. Şîrovekar destnîşan dikin ku gelek welatên Ereban hewl didin dîsa têkiliyên bi Beşar El-Esed re vegerînin.

Sekreterê giştî yê Yekitiya Ereban Ehmed Ebû El-Xêt got Cezaîr, Iraq û Urdin dixwazin ku Sûriye vegere nava Yekitiya Ereban.

Ebû El-Xêt piştrast kir ku ger di civîna bê ya Yekitiya Ereban de welatên Ereban li li ser proje-biryarê li hev bikin, dibe ku Sûriye li yekitiyê vegere. Her wiha desntîşan kirin ku gelek welat vê yekê dixwazin.

Tevgerên vê dawiyê di aliyê têkiliyên Urdin-Sûriyê de derketine, hewldanên Urdinê yên normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban bi Şamê re nîşan didin ku Rûsya, DYA û heta hejmareke welatên Ereban jî vê yekê venaşêrin. Çavdêr jî dibînin ku normalîzekirina têkiliyên bi El-Esed re dê wekî gaveke destpêkê di asta welatên Ereban de be, piştre li gorî guhertinên herêmî û stratejîk dê bikeve asta navneteweyî ku dibe welatên mezin û welatên Ereban di dawiyê de helwesta xwe biguherînin.

Di 12`ê Cotmeha 2011`an de Yekitiya Ereban endamtiya Sûriyê rawestand û banga vekişandina balyozên Ereb ji Şamê kir.

Di salên dawîn de gelek welatan wekî Îmarat, Behreyn û Urdinê têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Şamê re vegerandin. Her wiha hin welatên Ewropayê jî mîna Yewnanistan, Îtalya, Spanya, Romanya û Çekyayê niyeta xwe ya ji nû ve vekirina balyozxaneyên xwe yên li Şamê tînin ziman.”

‘KONSEYA EWLEHIYÊ BANGA BERDEWAMKIRINA DIYALOGÊ LI SÛDANÊ KIR’

Têkildarî rojeva Sûdanê de jî rojnameya El-Beyan di hejmara xwe ya îro de wiha nivîsî: “Duh Konseya Ewlehiyê banga vegera hikumetekê bi rêveberiya sivîlan li Sûdanê kir. Di civîna Konseya Ewlehiyê de 15 endaman ev yek erê kir. Her wiha bang li hemû aliyan hat kirin ku bêyî şertan dest bi diyalogê bikin û ji nû ve destûrê û Lihevkirina Aştiyê ya Cobeyê pêk bînin.

Ji ber ku nêrînên welatên endam ên Konseya Ewlehiyê ji hev cuda bûn, 3 caran konseyê nikarîbû têkildarî bûyerên dawîn ên Sûdanê bigihîje daxuyaniyekê.

Li aliyekê din, wekîlê bi erkên Wezareta Karên Derve ya Sûdanê erkdarkirî Elî Sadiq eşkere kir ku navbeynkarî hene da ku hevkarên wan vegerin ser maseya lihevkirin û diyalogê û valahiya di navbera xwe de dagirin. Her wiha piştrast kir ku fermandarê giştî yê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El-Burhan bi biryarên xwe armanc kiriye ku guhertina siyasî pêk bîne û hikumeteke sivîl ku li gorî belgeya destûrê daxwazên gelê Sûdanê pêk tîne, ava bike.”

‘HEJMARA KESÊN XEYALA SEROKATIYA LÎBYAYÊ DIKIN, ZÊDE DIBE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Lîbyayê wiha nivîsî: “Hilbijartinên Lîbyayê nêz dibin, lê hîna jî aliyên di xebatên siyasî de aktif, girêdayî helwestên xwe yên dijberî qanûna lidarxistina hilbijartinan in ku tê payîn di 24’ê Kanûna bê de werin lidarxistin.

Di du rojên dawîn de hejmara namzetan ji bo hilbijartinên serokatiyê û parlamantoyê zêde bû. Her wiha hewldanên serokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan Dr. Îmad Saih zêde bûn.”

(cx)