Desteya Sotemeniyê: Heta niha 148 milyon lître mazot hatiye belavkirin

Hevserokê Desteya Sotemeniyê Sadiq El-Xelef da zanîn ku heta niha zêdetirî 148 milyon lître mazot li şêniyan hatiye belavkirin. Her wiha diyar kir ku piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut kir û di encamê de kehrebe û av qut bûn, pêdiviya bi sotemeniyê zêde bû û ji ber wê xebatên belavkirina beşên din ên mazotê dereng man.

Desteya Sotemeniyê: Heta niha 148 milyon lître mazot hatiye belavkirin
29 cotmeh, 2021   08:19
REQA-RUBE EL-ELÎ

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêdiviyên şêniyan ji mazota sobeyan bi nêzbûna zivistanê re belav dikin. Her wiha mazota projeyên pîşeyî û çandiniyê ku li ser jenetoran dixebitin, didin. Ji ber ku piştî qutkirina ava çemê Firatê ji hêla dagirkeriya Tirk ve û derketina 3 bendavan ji xizmetê, şênî jenetoran bi kar tînin.

Desteya Sotemeniyê xebatên belavkirina mazotê kiribûn du beş. Di her beşekê de 200 lître mazot bi 19 hezar û 700 lîreyên Sûriyê tê belavkirin. Bi wê re gerînendetiyên şaxî yên li herêmên girêdayî Rêveberiya Xweser nêzî 148 milyon lître mazot li ser 672 hezar û 698 malbatên li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kirin.

Hevserokê Desteya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sadiq El-Xelef wiha got: "Li Kobanê mazot li ser du beşan hat belavkirin û bi giştî milyonek û 601 hezar û 62 lître hatin belavkirin. Li Tebqayê beşa yekemîn bi dawî bû û dest bi beşa duyemîn hat kirin û miqdara hatiye belavkirin milyonek û 766 hezar û 951 lître bû. Li Minbicê jî milyonek û 636 hezar û 418 lître hat belavkirin, li Dêrazorê 3 milyon û 704 hezar û 710 lître hate belavkirin. Xebatên belavkirina beşa yekemîn berdewam in.”

El-Xelef wiha berdewam kir: "Li herêma Cizîrê û herêmên girêdayî wê 7 milyon û 235 hezar û 407 lître ji beşa yekemîn li şêniyan hatin belavkirin."

Saqid El-Xelef bal kişand ser sedemên derengmayîna belavkirina mazotê û got: "Xebata belavkirina mazotê ji bo piştgiriya projeyên çandiniyê hat rawestandin. Ji ber ku gelek proje bi sedema kêmbûna ava çemê Firatê ku ava wê di kanalan re diherikî, rawestîn. Bi wê re gerînendetiyên çandiniyê ji nû ve ew proje bi rêya jeneratorên bi mazotê dixebitin, aktîf kirin. Ji ber wê belavkirina mazotê 2 mehan rawestî da ku mewsima çandiniyê were xilaskirin. Li kêleka wê jî ji ber 3 bendavên ku kehrebe didan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji xizmetê derketin, kehrebe bi jenetoran dihat dayîn. Ew jî bû sedem ku belavkirina mazotê dereng bimîne.”

Sadiq El-Xelef wiha dawî li gotina xwe anî: "Xebatên belavkirina mazotê berdewam in. Her wiha kampên nebirêxistinkirî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê parên xwe ji mazotê bibin, dê ew yek jî li gorî serjimariya hatiye çêkirin, pêk were."

(fr)

ANHA