Dewleta Tirk darên Metînayê dibire û didize

Dewleta Tirk a dagirker li herêma Metînayê daran dibire, piştre agir bera herêmê dide û darên hatine birîn bi bi kamyonan ji herêmê dibin.

Dewleta Tirk darên Metînayê dibire û didize
28 cotmeh, 2021   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ANF`ê, dewleta Tirk di 20’ê Cotmehê de îhaleya talanê daye cerdevanên Sêgirka Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê.

Şeyhmûs Babat û hin cerdevanên din, bi lezgînî li Nizûrêya Zendûrayê û li Derarêya Metînayê dest bi birîna daran kirin.

Cerdevan bi kepçe û dozeran darên li herêmê dibirin û piştre agir bera qadê didin.

Darên birîne jî bi kamyonan ji herêmê derdixînin. Wêneyên ku hatine bidestxistin jî vê talanê şekere dike. Di wêneyan de tê dîtin ku bi hezaran dar hatine birîn. Ev bi tenê beşeke talanê ye.

Dewleta Tirk ji zû ve ye dema diçe ku wê derê sûcên şer dike. Bomberdûmankirina qadên sivîlan, kuştina sivîlan, valakirina gundan, înfaz û êşkence bûye karê rojane yê dewleta Tirk a dagirker.