Li Awisturyayê kongreyek têkildarî Îxwanan û rêxistinên îslama siyasî pêk tê

Îro li Awisturyayê bi beşdariya gelek rayedar û pisporên welatên Ewropayê kongreyek li ser têkoşîna li dijî rêxistinên îslama siyasî û Îxwan El-Muslimîn tê lidarxistin.

Li Awisturyayê kongreyek têkildarî Îxwanan û rêxistinên îslama siyasî pêk tê
28 cotmeh, 2021   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî toreya El-Eyn a nûçeyan, di hefteya borî de wezîra entegrasyonê ya Awisturyayê (Nemsa) Susanne Raab ji bo kongreyeke mezin a navneteweyî ya têkildarî “îslama siyasî” ya vexwendname bi rê kirin.

Raab diyar kir ku divê bi dewletên ewropî yên din re ev mijar were nîqaşkirin.

Tê payîn ku di kongreyê de wezîr û gelek pispor ji gelek welatên Ewropayê mijarên girêdayî îslama siyasî û tundrawiyê û têkoşîna li dijî rêxistinên tundraw û di serî de Îxwan El-Muslimîn nîqaş bikin.

(dm)