Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn

Bi amadebûna bi dehan xwendekarên zanîngehê û kadroya perwerdeyê, şahiya derçûna beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê hat lidarxistin.

Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn
Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn
Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn
Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn
Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn
Beşa yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Kobanê derçûn
28 cotmeh, 2021   12:13
KOBANÊ

Şahî li Hola Firatê ya li ser rêya Helebê ya Kobanê bi amadebûna malbatên xwendekaran hate lidarxistin.

Şahî bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Mislim bixêrhatina beşdaran kir û got: "Vekirina Zanîngeha Kobanê piştî şerê li bajar gaveke pîroz û dîrokî ye û bi nêzîkbûna Roja Kobanê ya Cîhanê re, em berxwedana ku li vî bajarî hatiye nîşandan, bi bîr tînin.”

Şêrîn Mislim her wiha got: "Xwendekarên me avakerên pêşerojê ne, em hêvîdar in ku di nava vê şoreşê de ji bo herêm û civaka xwe xebateke xurt bikin û bi pênûs û ramana xwe tê bikoşin.”

Piştre stranbêj Hisên Xanî stran pêşkêş kirin, her wiha helbestvan Hemî Kobanê helbestek li ser têkoşîn, berxwedan û parastina zimanê dayikê pêşkêş kir û Dijwar Kobanê helbestek diyarî şehîdan kir, her wiha stranbêj Xelîl Can jî stranek pêşkêş kir.

Di dawiya şahiyê de rêveberên zanîngehê bawernameyên xwendekaran dan. Piştre xwendekaran serdana Goristana Şehîd Dîcle kir.

Li Zanîngeha Kobanê 640 xwendekar hene û 30 xwendekar derçûn.

(dx)

ANHA