Koçberên Serêkaniyê: Divê DAIŞ û dagirkeriya Tirk ji bajarên me werin derxistin

Koçberên Serêkaniyê bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku DAIŞ û çeteyên dewleta Tirk ji bajarê wan derxînin.

Koçberên Serêkaniyê: Divê DAIŞ û dagirkeriya Tirk ji bajarên me werin derxistin
28 cotmeh, 2021   11:01
HESEKÊ

Li gorî Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)Koalîsyona Navneteweyî li dijî gundê Edawniye yê gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî êrişek pêk anî. Di encamê de serçete û serçeteyê meclisa şûra ya DAIŞ`ê Subahî El-Îbrahîm hate kuştin.

Li gorî raporên çapemenî û çavkaniyên xwecih û navneteweyî destnîşan kir ku êriş roja duşemê pêk hatiye.

Têkildarî hedefgirtinê, Meclisa Kampa Weşûkanî dauxyaniyek da raya giştî û tê de bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku çeteyên ku erda wan dagir kiriye tune bikin û wan jê derxin.

Hevserokê Meclisa Kampa Weşûkanî Elaa Elî dauxyanî xwend. Tê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya bicihkirina malbatên çeteyên DAIŞ`ê li şûna şêniyên resen, demografiya herêmê diguhere û siyaseta tirkkirinê dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku derketina nîşaneyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî, piştrast dike ku dewleta Tirk bi rêya wan herêm dagir kir, şerê gelê Sûriyê kir û ew herêm ji bo DAIŞ`ê kiriye cih û war.

/ar/uploads/files/2021/10/28/101727_dsc_0228-28large29.webp

Di daxuyaniyê de îşaretpê hat kirin ku hedefgirtina serçeteyekî DAIŞ`ê ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî de li ser desteka ku dewleta Tirk ji DAIŞ`ê re pêşkêş dike û wê dihewîne, delîl e.

Her wiha ev yek di daxuyaniyê de hat gotin: “Ev bi giştî destnîşan dikin ku DAIŞ li Serêkaniyê ye. Divê Koalîsyona Navneteweyî şerê çeteyên DAIŞ`ê yên li herêmên dagirkirî bike û dagirkeriya Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bike."

Koçberên herêma Serêkaniyê ku di Kampa Weşûkanî de dimînin di dawiya daxuyaniyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kirin ku çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker ji Serêkaniyê derxin û şêniyên resen vegerînin warên wan.

(şx)

ANHA