Gerîlayên YJA Starê li Xakurkê li dagirkeran da

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîlayên YJA Starê li Xakurkê çalakiyek li dijî dagirkeran pêk anî, di encama çalakiyê de mewziyek dagirkeriya Tirk hate rûxandin.

Gerîlayên YJA Starê li Xakurkê li dagirkeran da
28 cotmeh, 2021   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker di daxuyaniyê de ev agahî dan:

"25`ê Cotmehê saet 08:00'an hêzên me yên YJA Starê li herêma Xakurkê li Girê Şehîd Şahan bi çekên giran li dagirkerkeran dan.

Di encama vê çalakiyê de ku bi çarçoweya pêngava, ''Li dijî qirkirina jinan dema azadiya jinê û parastina civakê ye'' ya ku KJK'ê daye destpêkirin, mewziyeke dagirkeran hatiye rûxandin.

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê

26'ê Cotmehê saet di navbeyna 13:00-15:00'an de artêşa TC'ê ya dagirker 2 caran bi teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bombe kiriye.

25'ê Cotmehê saet 02:30'an li herêma Zapê qada Çemço û 26'ê Cotmehê saet 16:25'an li herêma Zapê qada Kûnîşka bi balafirên şer hatiye bombekirin.

26'ê Cotmehê saet di navbeyna 20:00-20:30'an de li herêma MeTîna li ser xeta Q    aşûra tevgera helîkoptêrê çêbûye. Her wiha eraziya Koordîne û Kela Qumriyê bi helîkoptêrên êrîşê hatiye bombekirin.

26'ê Cotmehê saet di navbeyna 21:20'an û 23:00'an de li herêma Avaşînê li qada Tabûra Ereban tevgera helîkoptêran çêbûye.''