Komîteya Jinan a Ehresê gefên dewleta Tirk şermezar kirin

Komîteya Jinan a Meclisa Navçeya Ehresê bi daxuyaniyekê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şehbayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Komîteya Jinan a Ehresê gefên dewleta Tirk şermezar kirin
28 cotmeh, 2021   11:39
 ŞEHBA

Bi dehan endamên Komîteya Jinan a Meclisa Navçeya Ehresê li pêşiya meclisê kom bûn û der barê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmên Şehbayê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla endama Komîteya Jinan Emanî Şêxo û bi zimanê kurdî ji hêla Mizgîn Şêx Xelîl ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk bi berdewamî şerê xwe yê sîstematîk li ser axa Sûriyê li dijî sivîlên navçeya Til Rifet û rojhilatê Firatê didomîne, da ku herêmê vala bike û bi darê zorê gelên herêmê koçber bike. Her wiha bi van sûcan hemû peymanên navneteweyî binpê kirin, ji ber vê yekê naxwaze gel bi ser bikeve û daxwazên gel bişikîne da ku projeya Rêveberiya Xweser a ku serkeftina xwe ji tevahî cîhanê re nîşan dide, têk bibe.

Em êrişên dewleta Tirk şermezar dikin û em li ser axa xwe bi israr in û em soz didin gelê xwe ku li dijî her cure tundiyê li ber xwe bidin û li hemberî dewleta Tirk bisekinin."

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(dx)

ANHA