'Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe hevkariya êrişên Tirkiyê dike'

Şêniyên Qamişloyê got hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker, hevkariya êrişan dike.

'Hikumeta Şamê bi bêdengiya xwe hevkariya êrişên Tirkiyê dike'
28 cotmeh, 2021   05:49
QAMIŞLO- SÎMA BIROKÊ

Êrişên dewleta Tirk a qirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, di encama êrişan de sivîl tên birîndarkirin û şehîdxistin.

Der barê vê mijarê de xwepêşanderên ku li Qamişloyê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketibûn qadan, nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

Mihemed Xêr Elîka diyar kir ku beriya vê qonaxê dewleta Tirk a dagirker bi awayekî eşkere derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibû, lê îro bi şêwazekî nû dixwaze derbasî herêman bibe û wiha dewam kir: "Ev şêwaz jî bi rêya şerê taybet e û êrişên bi balafirên bêmirov e. Bi van şêwazan dewleta Tirk a dagirker dixwaze tirsê bixe nava civakê da ku ji welatê xwe derkeve."

Mihemed Xêr Elîka anî ziman ku tevî hewldanên dewleta Tirk a qirker, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi beşdariya hemû pêkhateyan li hemberî van kiryaran li ber xwe dide û wiha dom kir: “Pêkhateyên herêmê ji ax û hebûna xwe hez dikin. Îro gelê Suryan, Ereb û Kurd li eniyên pêş bi hev re ne û berevaniyê li ber welatê xwe dikin. Em dengê xwe digihînin hêzên navneteweyî yên li herêmê wekî Rûsya û Amerîka ku îdia dikin ew li herêmê ne da ku şêniyan ji êrişan biparêzin, em ji wan re dibêjin; hûn ne rast dibêjin, hemû êriş li pêş çavên we pêk tên û hûn tiştekî nakin.”

‘HIKUMETA ŞAMÊ HEVKAR E’

Elîka bal kişand ser helwesta hikumeta Şamê li hemberî dagirkirina dewleta Tirk a dagirker û got: "Hikumeta Şamê ji Efrînê vekişiya û heta niha bê deng maye. Îro dewleta Tirk dixwaze Til Rifetê jî dagir bike. Ev bêdengî tê wateye ku hikumeta Şamê hevkariya dewleta Tirk dike.”

Elîka da zanîn ku ew wek gel li hemberî hemû cureyên êrişan amade ne, di heman demê de ew ê li hember gefên dewleta Tirk a qirker li ber xwe bidin.

BIKARANÎNA ÇEKÊN QEDEXEKIRÎ

Sûreya Cuma jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişên xwe li dijî herêmê dewam dike û dixwaze Rojava bi giştî dagir bike û wiha wiha domand: “Çekên ku li cîhanê bikaranîna wan qedexe ye, dewleta Tirk li dijî me bi kar tîne."

Sûreya Cuma wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên navneteweyî bê deng in, em jî ji wan re dibêjin; heke hûn destekê nedin dewleta Tirk nikare plana dagirkeriyê li ser me bimeşîne. Lê xuya ye destê we jî di pêkanîna vê planê de heye.”

Sûreya Cuma da xuyakirin ku ew tu carî serê xwe ji dijimin re natewînin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.

Elî Sedûn jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser parçeyekî Kurdistanê ne û got: “Armanc ji êrişan tunekirina gelê Kurd e. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir, niha berî xwe daye Kobanê û dê li wê deverê jî nesekine anku dê qada êrişên xwe berfirehtir bike.”

Sedûn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Roj bi roj dewleta Tirk a dagirker gefan zêdetir dike û amadekariyên xwe yên êrişan zêde dike.”

ANHA