Muhsên Ewedallah: Têkiliya Erdogan bi El-Qaîde û DAIŞ`ê re ji her kesî re eşkere ye

Nivîskar û rojnamevan Muhsên Ewedallah diyar kir ku êdî têkiliya di navbera DAIŞ, El-Nusra û Erdogan de ji hemûyan re diyar bûye û dewleta Tirk komên tundraw ên ji hemû deverên cîhanê, hembêz dike.

Muhsên Ewedallah: Têkiliya Erdogan bi El-Qaîde û DAIŞ`ê re ji her kesî re eşkere ye
28 cotmeh, 2021   05:44
NAVENDA NÛÇEYAN-ZANA SEYDÎ

Nivîskar û rojnamevan Muhsên Ewedallah ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku îstixbarata dewleta Tirk bi komên cîhadîst ên tundraw re di sêrî de El-Nusra û DAIŞ`ê koordîne dike.

Di 23`yê Cotmehê de hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi rêya dronekê serçeteyê DAIŞ`î Subahî El-Îbrahîm El-Mislih ê bi navê Ebû Hemze El-Şehîl tê naskirin tevî du parêzvanên wî li gundê Edwaniyê yê gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî kuşt.

Her wiha beriya wê bi çend rojan droneke artêşa Amerîkayê êrişek li gundê Erbîd ê herêma Girê Spî ya bakurê Sûriyê ya dagirkirî pêk anî. Di encamê de serçeteyê rêxistina Huras El-Dîn a girêdayî El-Qaîdayê yê bi navê Ebdulhemîd Matar hat kuştin.

LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KOMÊN TUNDRAW ÊN JI SERANSERÊ CÎHANÊ HENE

Muhsên Ewedallah têkildarî vê mijarê got: “Ne tiştekî ecêb e ku serçeteyên DAIŞ û El-Nusrayê li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Ji ber ku li wan herêman cîhadîst û komên tundraw ên ji hemû deverên cîhanê hene. Li Idlibê Cebhet El-Nusra serwer e ku navê xwe kiriya Heyet Tehrîr El-Şam. Ebû Mihemed El-Colanî yê girêdayî Erdogan serkêşiya vê komê dike.”

Muhsên Ewedallah wiha domand: “Ez dûr nabînim ku El-Bexdadî li herêma Idlibê hatiye kuştin. Têkilî û koordîneyek di navbera îstixbarata dewleta Tirk û van koman de heye. Ew hewl didin berjewendiyên xwe yên hevbeş pêk bînin. Erdogan wan wek çekekî li dijî Rêveberiya Xweser bi kar anî û hîna bi kar tîne mîna li Efrînê kirî. Îro DAIŞ bi erêkirina Erdogan Efrîn dagir dike. Têkiliyek di navbera pergala Erdogan û El-Qaîda û DAIŞ`ê de heye. Ev têkilî êdî nayê veşartin û ji her kesî ve eşkere bûye.”

Di encama operasyoneke îstixbaratî ya hevbeş a hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî di Cotmeha 2019`an de li herêma Idlibê ya di bin serweriya dewleta Tirk de hat kuştin.

DAIŞ Û El-NUSRA BASKÊN ERDOGAN IN

Li Eyn Îsa di 23`yê Cotmeha borî de çeteyekî din bi navê Îsmaîl Îdo tevî 21 çeteyên din û leşkerekî tirk di kemîna QSD`ê de li gundê Mielek hatin kuştin. Ev çete, ji çeteyên DAIŞ`ê yê herî xeter e. Bi leşkerên Tirk re di navbera Sûriyê û Lîbyayê de diçû û dihat.

Muhsên Ewedallah wiha berdewam kir: “DAIŞ û El-Nusra bûne baskên Erdogan ku bi rêya wan hegemoya xwe li Rojhilata Navîn fireh dike. Ew tima dike ku xîlafeta osmanî ya berê ji nû ve vejîne. Her tim li herêmên aloz in. Li Lîbyayê ne û şerê artêşa welêt dikin. Li Ezarbêcanê ne û li dijî Ermenistanê şer dikin. Li Sûriyê jî şerê herêmên Rêveberiya Xweser dikin. Van hemûyan dikin da ku armanca dewleta Tirk pêk bînin ku Tirkiye di aloziyên li Rojhilata Navîn de bibe xwedî rol. Tirkiyê bi rêya wan koman li Kafkasyayê, Lîbyayê, Sûriyê û Afrîkayê heye. Lê ez bawer dikim ku ev siyaset şaş e û dê bi ser nekeve.”

ERDOGAN KOMÊN CÎHADÎST LI DIJÎ KURDAN SOR DIKE

Nivîskar û rojnamevanê misrî Muhsên Ewedallah di dawiyê de got: “Li dijî QSD û Rêveberiya Xweser a ku DAIŞ`ê tune kiriye, hewldaneke tohildanê heye. Pergala Erdogan û çeteyên DAIŞ`ê dê her tim li dijî QSD`ê bin. Erdogan bi rêya olê komên tundrew li dijî Kurdan sor dike. Ji wan re dibêje ku Kurd kafir in û divê şerê wan bikin. Gelek navên din li Kurdan dikin ku ew ajanên Amerîkayê ne. Dewleta Tirk bi van tevgerên provokatîf dixwaze Kurdan ji komên tundraw re bike armanc. Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi desteka Erdogan hîna li herêmê ne û hewl didin tola xwe ji QSD`ê hilînin. Divê em vê yekê di ber çavan re der bas bikin ji ber ku ev mijar gelek xeter e. “

(şx)

ANHA