'Eger azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk neyê, Tirkiyê dê bi şer û aloziyan re rû bi rû be'

Endamê Rêveberiya Akademiyê Şehîd Amkîhan Cûdî ya Kobanê, Silêman Silêman piştrast kir ku eger azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk neyê û doza kurdî li Tirkiyê çareser nebe, dewleta Tirk dê bi şer û aloziyên mezin rû bi rû be.

'Eger azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk neyê, Tirkiyê dê bi şer û aloziyan re rû bi rû be'
28 cotmeh, 2021   06:39
 KOBANÊ- ÇEKDAR EBAS

Dewleta Tirk tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan didomîne û bi vî awayî hewldan, fikrên çareserkirina aloziyên herêmê red dike. Her wiha siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd dimeşîne.

Ji bo ku şerê qirkirinê li dijî Kurdan û tevgera azadiya Kurdistanê bidomîne, dewleta Tirk di asta siyasî û aborî de gelek tawîzan dide.

Ne pêkan e bêyî çareserkirina doza Kurd ku bi rakirina tecrîdê û azadkirina rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye, çareseriyek ji aloziyên dewleta Tirk re bê dîtin.

Têkildarî mijarê, Endamê Rêveber ê Akademiya Şehîd Amkîhan Cûdî ya Kobanê Silêman Silêman got: “Dewleta Tirk ji vê tecrîdê armanc dike rê li pêşiya belavbûna fikrê rêbertî bigire ku ji bo hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn û li Tirkiyê çareserî ye.”

Silêman wiha lê zêde kir: “Eger li Tirkiyê pirsgirêka Kurd çareser nebe, dewleta Tirk wê ji nakokî û aloziyên ku li ser astên siyasî, aborî û diplomatî derketine xilas nebe. Erdogan bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava pirsgirêk û aloziyan derdixe. Naxwaze doza kurd li Tirkiyê çareser bibe. Dema dibêje yek dewlet yek al û yek ziman ew bi vê yekê dixwaze bêje ku kesek ji bilî tirkan li Tirkiyê tune ye. Li beramberî wê fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan banga parçebûnê nake. Lê belê Ocalan bang dike ku hemû pêkhate bi reng, ziman û çanda xwe bijîn.”

Silêman Silêman bang li siyasetmedar û aştîxwazên li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê kir ku daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan bikin ji ber ku azadiya wî destpêka çareserkirina aloziya tevahî pirsgirêkên welatên wan e. Her wiha Silêman diyar kir ku rayedarên dewleta Tirk naxwazin doza Kurd çareser bibe.

Silêman Silêman piştrast kir ku heke azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk neyê û doza Kurd li Tirkiyê çareser nebe, dewleta Tirk dê bi şer û aloziyên ji aloziyên Sûriye yên sala 2011'an mezintir re rû bi rû be û got:"Ji ber vê yekê divê gelê Tirk zext li Erdogan û partiya wî bike ku siyaseta xwe biguhêre û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bike."

(dm)

 ANHA