`Hêzên ku Reqa ji DAIŞ`ê rizgar kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve tên kîmyebarankirin

Şêx û rûspiyên eşîrên Reqayê piştgirî da hêzên ku Reqa û hinek beşên Iraqê ji DAIŞ'ê rizgar kirine û diyar kir ku kesên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kîmyebaranakirin ew in ên ku Reqa ji DAIŞ'ê rizgar kirine.

`Hêzên ku Reqa ji DAIŞ`ê rizgar kirin, ji aliyê dewleta Tirk ve tên kîmyebarankirin
28 cotmeh, 2021   04:23
REQA-EHMED EL-ESAF

Beriya çend mehan Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî ji Ronahî TV re axivî û da zanîn ku 4 hezar gerîlayên PKK`ê li li van herêman şehîd bûne.

Her wiha Hevserokê Konseya Rêveber a KCK`ê Cemîl Bayik jî duh bi rojnameya El-Nehar El-Erebî re axivî û eşkere kir ku di dema hemleya rizgarkirina Reqayê de wan gerîlayên xwe şandine da ku beşdarî hemleya rizgarkirinê bibin, lê piştî ku Reqa hate rizgarkirin wan gerîlayên xwe vekişandine.

Şêx û rûspiyên Reqayê êrişên dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir. Her wiha piştrast kir ku ew li kêleka Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) ne, da ku parastina axa ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bikin.

Rûspiyê eşîra El-Beryec Hisên El-Berces diyar kir ku dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê çekên di navneteweyî de qedexekirî bi kar tîne û li dijî her du herêman şerê qirkirinê dimeşîne. Ev yek derexlaqî û dermirovî ye.

El-Berces da zanîn ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayên li bakurê Iraqê û şêniyên li wan herêman sûc e, dewleta hewl dide ku gelê kurd û ereb li wan herêman qir bike da ku herêmê ji şêniyên resen vala bike.

El-Berces bal kişand ser berdîlên ku hêzên leşkerî li herêmê dane û wiha domand:"Hêzên ku dewleta Tirk wan bi çekên kîmyewî topbaran dike, ew in ên ku li Reqa û Iraqê şehîd dane, da ku ji DAIŞ'ê rizgar bikin, her wiha got, me ji wan hêzan xwest ku alîkariya me bikin da ku em herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji DAIŞ'ê rizgar bikin. Ji ber vê yekê erka me ye ku em weke eşîr û şêniyên herêmê piştgirî bidin gerîla û hesab ji sûcdaran bixwazin."

Rûspiyê eşîra El-Ceabat li Reqayê Telal Hec Hîlal El-Sîbat jî wiha got:" Sûcên dewleta Tirk li Sûriye û Iraqê pêk tîne, nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ku herêman dagir bike da ku ji bo çeteyên xwe cih ava bike."

El-Sîbat wiha lê zêde kir:" Bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk ve têkçûna dewleta Tirk li Sûriyê û Iraqê nîşan dide."

Rûspiyên eşîrên Reqayê bang li civata navneteweyî û meclisa ewlehiyê ya navneteweyî kir ku yekser destwerdanê bikin, da ku van Sûcên li dijî mirovahiyê rawestînin û Erdogan û hevkarên wî darizînin.

(dm)

ANHA