​​​​​​​Mîhrîcana 1’emîn a Wezîşê ya Şehîd Baran Mawa bi dawî bû

Bi diruşma" "Bi ciwanan em ê şerê gel ê şoreşgerî bi rêxistin bikin û şoreşa çandî misoger bikin" çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa di roja duyemîn de li navçeya Dêrikê bi dawî bûn.

​​​​​​​Mîhrîcana 1’emîn a Wezîşê ya Şehîd Baran Mawa bi dawî bû
27 cotmeh, 2021   16:56
QAMIŞLO

Çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa duh êvarê li navçeya Dêrikê bi beşdariya 200 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên ji navçeyên Girkê Legê û Dêrikê dest pê kirin.

Armanca mîhrîcanê çîna ciwanan li ser pêkanîna werzîşê bi tevahî cureyên wê teşwîq bikin.

Di roja yekemîn a çalakiyên mîhrîcanê de, gelek cureyên werzîşê hatin lidarxistin; marathon, fotbol û hilkişandina dîwar.

Lê di roja duyemîn û ya dawî ji çalakiyan de, taykwondo, vollaybol bi beşdariya 200 ciwanên ji Girkê Legê û Dêrikê hatin lidarxistin.

Çalakiyên mîhrîcana 1’emîn a Werzîşê ya Şehîd Baran Mawa bi gerandina dîlanê bi dawî bûn.

(fr)

ANHA