Parlamentoya Tirk tezkereya ajandeya wê veşartî erê kir

Parlamentoya Tirk tezkereya ajandeya wê veşartî erê kir
28 cotmeh, 2021   00:44

ŞUKRU GEDÎK   

Tezkereya ku pê dixwazin leşkeran bişînin derveyî sînor, di parlamentoya Tirkiyê de hate qebûlkirin. Cudahiya wê ya ji yên berê ew e ku CHP'ê cara yekemîn dengê ‘na’ da. Mijareke din jî naveroka tezkereyê (biryarnameya ji bo operasyonên li derveyî sînor) ye ku têkildarî rayeya şandina leşkeran, dem û miqdara wan e. Dema biryarê heta 2 salan e û ev yek rê dide hebûna leşkerên biyanî li welêt. Tezkere bû biryareke wisa ku pê dikarin rayeya şer bi dest bixin. Ev jî sedema metirseyeke din e ku vê rayeyê didin kesekî ku tenduristiya xwe ya ruhî ji dest daye û hewcedarî raporeke bijîşkan e.

Taybetmendiyeke din a vê tezkereyê jî ew e ku li şûna tezkereyeke li gorî berjewendiyên dewletê bê bikaranîn, dikare ji bo berjewendiyên desthilatê bê bikaranîn. Ne diyar e bê ka rayeya ku dane Erdogan dê ji bo kîjan armancê were bikaranîn. Armancên tezkereyê heçku di metnê de hatine veşartin. Ji bilî tiştên di metnê de hatine nivîsandin, li gorî ajandayeke veşartî hatiye nivîsandin.

Guhertina pozîsyona CHP'ê ji ber wan fikaran e ku dê tezkere ji bo welêt bibe sedema metirsiyan. AKP bi salan e leşkerên xwe li derveyî welêt bi cih dike lê encama tê xwestin, bi dest nexistiye û di polîtîkaya derve de têk diçe. Her çend tê zanîn ku polîtîkaya Sûriyê jê re bûye çirav jî, erêkirina tezkereyê ji ber bêferasetiyê ye. Ji ber ku rayeyên xurt dane Erdogan û xwedî naverokeke gelekî krîtîk e, lê li ser tezkereyê têra xwe şîroveyên berfireh nehatin kirin û ev yek bû sedem ku CHP vê helwestê nîşan bide. Tê zanîn ku gavên ji bo xapandina raya giştî ya navxweyî û polîtîkaya derve ya giştî jî ji bo Tirkiyê rîskekê derdixe holê. Rexneyên li ser CHP’ê ku li cem HDP'ê disekine jî, nişan dide ku ev tirs derbas kiriye û ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyê xwedî nêrîneke cuda ye. Ev guhertina helwestê, di warê hevsengiyên siyasî yên navxweyî de wek muhtaciya bi Kurdan tê şîrovekirin.

Sedema ku dihêle hêzên leşkerî yên biyanî li Tirkiyê bên bicihkirin jî nezelaliya naveroka tezkereyê ye. Li şûna welat an jî dewleteke biyanî ku li Tirkiyê bên bicihkirin, hêzên çekdar ên biyanî tên destnîşankirin û ev yek jî îşaretê bi çeteyên li Idlibê dike ku îhtîmal heye li Tirkiyê bên bicihkirin. Ev jî rê li ber çeteyên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên bermahiyên DAIŞ’ê vedike ku derbasî Tirkiyê bibin. Sedemeke ku CHP'ê gotiye na jî ev e. Girtina çeteyê DAIŞ’ê ku fermana şewitandina 2 leşkerên Tirk dabû û piştre berdana wî, nişan dide ku ew çeteyên ku jixwe li Tirkiyê bi cih bûne, dê bi tezkereyê fermî jî bikin.

Divê dirêjkirina dema tezkereyê heta 2 salan jî wek mijareke cuda bê dîtin. Ne tenê ji ber sedemên derveyî tezkereyek hatiye amadekirin, di esasê xwe de ev dem ji bo serkeftinên sexte yên ku hikumeta AKP'ê di siyaseta hundir de hewce ye û dikare di wê demê de şer û pevçûnan derxe. Anku ji vê tezkereyê tê fehmkirin ku ji bo xatirê desthilata xwe dikare welat bikişîne nava şer. Ev yek jî nîşan dide ku ev tezkere ji bo hilbijartinan e. Heta ku biryara hilbijartinan tune be, ne mimkun e ku Tirkiyê bixe nav şer. Ji niha de hin şîrove hene ku hilbijartinên Tirkiyê yên sala 2023’yan dişibînin hewldana derbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê ya bêçek.

Rayeyên zêde yên ku dane Erdogan jî, mijareke din e. Biryar a şefê AKP'ê ye ka kengî, çawa û çi qas leşkeran bişîne. Anku çi dema bixwaze dikare krîzekê çêke û leşkeran bişîne derveyî welat. Yanî dê ji bo berjewendiyên desthilata xwe şer derxe û leşkeran veguhêze. Ev tezkere dê ji bo bilindkirina pêla neteweperestiyê were bikaranîn. Di heman demê de pirsgirêkeke girîng jî ew e ku mîsyona ku ew li Sûriyê pêk tînin, sozên divê bên bicihanîn û sozên hatine dayîn bi raya giştî re dê neyên parvekirin. Haya gelek generalan ji vê metirsiyê çêbûbû û ji ber van sedeman neçar mabûn îstîfa bikin. 

Gelek mijarên din hene ku divê bên nîqaşkirin. Opozîsyona ku Erdogan û hikumeta wî rexne dike jî tezkere erê kir û da pey dîktator. Ev jî asta wê opozîsyonê nîşan dide. Durûtiya opozîsyonê ew e ku siyaseta derve rexne dike lê û piştre piştgiriya vê polîtîkayê dikin.

Hêjayî gotinê ye ku ev biryara ji bo dagirkirina Rojava bi serê xwe xwedî ajandayeke veşartî ye. Divê were zanîn ku bi hewldana tesfiyekirina destkeftiyên Kurdan rê li ber operasyoneke nû ya dagirkeriyê vedikin. Tevî ku xwedî gelek armancan e jî, divê were zanîn ku armanca bingehîn Rojava ye. Tenê ji ber ku CHP’ê gotiye na, divê ev yek neyê wê wateyê ku di opozîsyonê de dubendî heye. Gotina na yan erê, encam nediguherand. Nayê wateya guherîneke radîkal di pirsgirêka Kurd de. Ya herî baş ew e ku mirov bi baldarî binirxîne.

Dirêjkirina biryara şer heta 2 salên din, ji bo Kurdan wateyeke xwe ya zêde nîn e. Ji ber ku jixwe şer heye û bê navber dewam dike. Lewma jî divê amadekarî tim û daîm hebin. Divê xweparastin û hêza cewherî were xurtkirin da ku ev xetere werin berterefkirin. Dê hêza gel bersiva li hemberî vê tezkereyê bide.       

ANHA