​​​​​​​Şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li ‘herêma bêçek’ didome

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniyên şer ên li bakurê Lazîqiyê, rojavayê Helebê û Idlibê bi çekên giran bi hev ketin.  

​​​​​​​Şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li ‘herêma bêçek’ didome
27 cotmeh, 2021   09:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê, komên alîgirên wê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker îro bi çekên giran li eniyên şer ên li çiyayê Tirkmen û gundewarên bakurê Lazîqiyê, pev çûn.

Çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Urm El-Kubra ya li rojavayê Helebê kirin armanc.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê herêmên Sifûhin, Fitîra, Filêfil û El-Bara yên li başûrê Idlibê kirin armanc.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên hikumeta Şamê û balafirên şer ên Rûsyayê di demên dawîn de êrişên xwe li “herêma bêçek" zêde kirine.

(dx)