Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl li Girê Spî revandin

Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl li gundewarên Girê Spî ya dagirkirî revandin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Çeteyên dewleta Tirk 3 sivîl li Girê Spî revandin
27 cotmeh, 2021   09:21
EYN ÎSA

Çavkaniyekî herêmî ji gundewarên kantona Girê Spî ragihand ku çeteyan li navçeya Silok û bajarokê Hemam Tirkmen ên Girê Spî hemleyeke revandinê daye destpêkirin. Di encamê de çeteyan welatiyên bi navê Ibrahîm Gedro û Mihemed Sayir El-Şewax ji eşîra Cês, li navçeya Silokê revandin.

Çavkanî anî ziman ku çeteyan duh welatiyê bi navê Ebd Fewaz El-Himêdî ji eşîrê Tobal a Tirkmen, dema ku bi ser bajarokê Hemam Tirkmen de girt, revandiye.

Her wiha çavkanî got El-Himêdî berê jî hatibû revandin û ji bo berdana wî xizmên wî 10 hezar dolar dabû çeteyan.

(dm)

ANHA